Til Avîvê Washington agahdar kir ku dê bersiva dijî Hizbullah xurt be

Piştî ku duh balafireke bêmirov a Hizbullaha Lubnanê li dijî baregeheke leşkerî ya Îsraîlê bombebaran kiribû, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant hempîşeyê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin agahdar kir ku dê Îsraîl bersiveke xurt bide Hizbullah.

Til Avîvê Washington agahdar kir ku dê bersiva dijî Hizbullah xurt be
14 cotmeh, 2024   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa Hizbullah li dijî baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ku di encamê de 4 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant agahî da hempîşeyê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin ku dê Îsraîl bersiveke xurt bide.

Nivîsgeha wezîr daxuyand ku Gallant agahî da Austin dê bersiva Îsraîlê li dijî Hizbullah xurt be.

(mh)