Meclisa Aboriyê ya Helebê pêdiviyên welatiyên ji Lubnanê tên dabîn dike

Meclisa Aboriyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hin guhartin di pergala belavkirina nan û gazê de çêkirin ku pêdiviyên welatiyên ji Lubnanê tên dabîn bikin.

Meclisa Aboriyê ya Helebê pêdiviyên welatiyên ji Lubnanê tên dabîn dike
Meclisa Aboriyê ya Helebê pêdiviyên welatiyên ji Lubnanê tên dabîn dike
15 cotmeh 2024   05:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Meclisa Aboriyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, li gorî derfetên xwe, her wiha ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser her du taxan ferz kiriye, hin guhartin ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke ji welatiyên ji Lubnanê tên re kirin.

Meclisa Aboriyê bi rêya 43 delegeyên xwe ku li beşên rojava û rojhilat ên taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê ne çavdêriyê li xebata belavkirina nan dike. Li wan her du taxan 6 firne nan çêdikin.

Li kêlek belavkirina nan jî gaz ji 4 navendên li herêma Marûf, beşên rojava û rojhilatê ên taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê li welatiyan bi rêya şandina peyama wergirtina gazê tê belavkirin. Meclisê ji Komîteya Sotemeniyê 400 topên (cer) gazê wergirtin. 

Ji bo peydakirina nan ji welatiyên ji Lubnanê tên re, Meclisa Aboriyê ya her du taxan biryar da ku depoya xwe ya ji ard bi kar bîne. Ji ber ku dorpêç li ser her du taxan heye û meclis nikare para xwe ya zêdekirina ard wergire.

Têkildarî gazê jî, meclisê peyamên ji welatiyan re dişandin ku gazê xwe wergirin kêm kirine, da ku ew bibe altarnatîf ji bo peydakirina gazê ji welatiyên tên her du taxan re.

Rêvebera Komîteya Projeyan a Meclisa Aboriyê Fatme Omer ji ajansa me re diyar kir ku pêdivî bi hin guhartinan di xebatên wan de li gorî derfetên heyî heye, ji ber ku hejmareke zêde ya welatiyan ji Lubnanê tên.

Fatme destnîşan kir ku wan berê xwe da planeke lezgîn, ji ber ku para ard û topên gazê ji ber dorpêça heyî nayê zêdekirin û wiha got: "Dê depoya yedek a ard pêdiviya welatiyên tên ji aliyê nan ve peyda bikin. Lê ji bo gazê, em ê hinekî hejmara peyamên ji welatiyan re dişînin kêm bikin û bi wê re em ê wê jî dabîn bikin."

Li gorî Maseya Krîzê ya ji hêla Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye avakirin û bi dabînkirina pêdivî û xizmetguzariyan ji bo welatiyan hatiye erkdarkirin, hejmara welatiyên ji Lubnanê hatine 2 hezar û 127 kes e. Lê heta amadekirina vê nûçeyê hejmara welatiyên ji Lubnanê tên û gihaştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 19 hezar û 324 kes e.

Maseya Krîzê cih jî ji hin welatiyên ku niştecihên her du tanan re peyda dike û hinan jî dişînin kampên li kantona Efrîn û Şehbayê.

(fr)