Siyasetmedaran rola Rêber Abdullah Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan vegot

Çalakvanên siyasî bal kişand ser çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyan re pêşkêş kirine û got pergala Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a li herêmê encamên ramanên Rêber Abdullah Ocalan in.

Siyasetmedaran rola Rêber Abdullah Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan vegot
15 cotmeh, 2024   03:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Çalakvanên ji Tebqayê girîngiya pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de, diyar kirin.

Çalakvanê siyasî Îbrahîm El Mihemed bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên li herêmê de û got: "Tevî pêkanînên li Îmraliyê yên li dijî wî, Rêbertî hîna ronahiya projeya neteweya demokratîk e, nemaze piştî ku parêznameyên wî gihaştin ber destê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê."

El Mihemed diyar kir ku felsefeya neteweya demokratîk, rêveberiyê dixe destê gel û got: "Em dibînin ku tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ev felsefe daye rûniştnandin. Yanî gel xwe bi rê ve dibe, pergala navendî yan rêveberekî navendî û saziyeke navendî nîn e."

El Mihemed destnîşan kir ku bi saya paradîgmaya neteweya demokratîk herêmên Rêveberiya Xweser ên herî ewle ne û wiha dom da axaftina xwe: "Piştî derbasbûna zêdetirî 14 salan di ser aloziya li Sûriyeyê re, em dibînin ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya herî ewle di aliyê siyasî, xizmet û têkiliyên eşîrtî de ye. Hin dezgehên ragihandinê îdia dikin ku projeya neteweya demokratîk etnîkî ye û Kurdan tenê eleqedar dikin, lê ez wekî kesayetek ereb di bin siya vê projeyê de dijîm dibêjim ku ev îdia ne rast in. Em di bin siya projeya neteweya demokratîk de dilrihet in. Bi saya vê rojeyê rewşeke aram û pêşketin û xizmetên civakî zêdetir bûne.  Hêmanê sereke yê vê projeyê ew e ku mafê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî adilane mîsoger dike."

Çalakvanê siyasî Şadî El Îbrahîm jî îşaret pê kir ku guhertin û veguhertinên siyasî yên mezin ku li herêmên Rojhilata Navîn rû didin, nîşan didin ku pirsgirêkên mezin di hemû qadan de hene. Şadî El Îbrahîm da zanîn sedema van aloziyan pergalên serdest in ku "bi hemû rêbazan hewl didin ewlehî û îstiqrara li herêmê têk bibin û Sûriyeyê kontrol bikin."

El Îbrahîm têkildarî sîstema li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got: "Di şerê li Sûriyeyê de, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta sêyemîn hilbijart. Ev xet encamên dîtina Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan e. Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de pirsgirêkên li Rojhilata Navîn analîz kirin û çareserî pêşkêş kirin. Mînak ji pirsgirêkên têkildarî têkiliyên Sûriye-Tirkiye û pirsgirêka bingehîn a ku Tirkiye dixe fikaran wekî meseleya ewlehiya neteweyî ya tirkî, çareseriyên siyasî pêşkêş kirine."

El Îbrahîm bal kişand ser aştiya navxweyî ya civakî ku Rêber Abdullah Ocalan hewl dide bi pêş bixe û wiha got: "Projeya demokratîk a ku Herêma Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê hatiye sepandin, dîtina siyasî ya Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide. Ev proje armanc dike ku aloziya Sûriyeyê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike."

Siyasetmedar Yasir El Kurdî jî got: "Li gel siyasetên despotîk û totalîter ên ku dixwazin civakê ji hundir de xirab bikin, gelan kole bikin û wan kontrol bikin û azadxwazan bêdeng bikin Rêber Abdullah Ocalan, projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir û got armanc ji vê projeyê avakirina yekitiya gelan, piştgiriya rizgarkirina wan û pêşxistina rêgezên jiyana hevbeş in."

El Kurdî diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hejmara zêde ya niştecihên wê û tevî rûbera wê ya biçûk bi saya pêkanîna paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan ewle ne û jiyana hevbeş lê bi pêş ketiye.

(bb)

ANHA