Tevlêbûna girseyî ya şahiyên Newrozê girêdana bi Rêber Abdullah Ocalan ve îsbat kir

Dîmenên Newroza 2024 a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek wate rave kirin ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û parastina hebûn û çandê tê dayîn berdewam e.

27 adar, 2024   12:03
NESRÎN ŞÊXO
HELEB

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroza 2024 bi coş û beşdariya pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan, turkmen û çerkez hate pîrozkirin. 

Ji ber barana zêde, şahiyên Newrozê li Kobanê, Heleb û Şehbayê hatin taloqkirin lê belê dûre di rojên din de hatin lidarxistin.

NEWROZA 2024 JI SALÊN BERÊ CUDATIR E

Endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Helebê û endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Velentîna Ebdo têkildarî Newrozê axivî û got Newroza îsal ji ya berê cudatir e ji ber ku gel bi coş û hejmareke mezin tev lê bû û bi dirûşma "Ji bo Abdullah Ocalan azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî" hate pîrozkirin. Li gorî Velentîna, Newroza îsal peyameke wisa da ku gel bi Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana ji bo bidestxistina azadiyê ve girêdayî ye.

AMADEKARÎ ROLEK DI BISERXISTINA ŞAHIYÊ DE LÎST

Velentîna diyar kir ku şênî ruxmî ku şahî li hin herêman ji ber rewşa hewayê hate derengxistin, lê bi moralên bilind û hejmarên mezin tev li şahiyê bûn û destnîşan kir ku amadekarî hişt ku şahiya Newrozê bi ser keve.

Velentîna wiha domand: "Dika şahiyê bi rêbazekî gelek xweş hate xemilandin, amûrên pêwîst jî hatin amadekirin. Komên beşdar jî perwerdeyên xwe temam kirin. Ev hemû bû sedem ku şahî bi ser keve û ji yên berê cudatir be."

Ji dagirkeran re peyam

Velentîna da zanîn ku tişta Newroza îsal cuda kiriye axaftinên di şahiy êde hatine gotin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Di axaftinan de, teqezî bi berdewamkirin û mezinkirina têkoşînê ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê bidestxistin û herêmên dagirkirî bên rizgarkirin hate kirin. Axêveran hêviyek da koçberan û welatparêzan ku berxwedanê berdewam bikin. Ev jî gaveke erênî ye."

Der barê helwesta şêniyên ku beşdarî Newrozê bûne, Velentîna got: "Hebûna ewqas şênî, peyameke ji dagirkeriya Tirk re ye ku her çiqas êriş gelê Kurd bike lê belê ew ê dest bi dest li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi ser keve. Ji ber ku xwedî heq e."

Velentîna diyar kir ku komên hunerî yên beşdarî şahiyê bûne, bi stran û berhemên xwe armancên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo parastina çanda gelan û vejandina wê, rave kirin.

Di dawiyê de Velentîna got: "Şêniyan xwe li gorî perspektîv û fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine. Ew rastiya dijmin û xayînan baş nas dikin. Hişyar in û bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne ji ber ku dê azadiya wan bi dest bixe. Ji ber wê, di şahiya Newrozê de careke din girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan ve isbat kirin."

(şx)

ANHA