Îsraîlê ji hewa ve êrişî Lubnanê kir 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Dezgehên çapemeniyê yên Îraîlê ragiand ku Balafirên şer ên Îsraîlê, êriş başûrê Lubnanê kirin û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Îsraîlê ji hewa ve êrişî Lubnanê kir 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
27 adar, 2024   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê êrişa hewayî pêk anîne. 

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WEFA’yê ; Çavkaniya Teşkîlata Parastina Sivîl li Lubnanê diyar kiriye ku balafirên şer ên Îsraîlê, li Îslam Tip Cemiyetê ya li navçeya R-El Habbariye ya başûrê welat bi hejmarek zêde ya fuzeyan êrişa hewayî pêk anîne.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.