Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir

Li kantona Reqayê Kongreya 4`an a Partiya Sûriyeyê dest pê kir û çaverê ye ku di kongreyê de aliyên siyasî û leşkerî yên beşdar dê biaxivin.

Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê dest pê kir
27 adar, 2024   11:38
REQA

Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Partiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ye, Sûriye me dike yek" li hola Tac a bajarê Reqayê dest pê kir. 

Hezar delegeyên partiyê ji tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê di kongreyê de hazir in.

Her wiha 200 mêvan tev li kongreyê bûne. Di nav de dayîka şehîd Hevrîn Xelef, şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi serokatiya hevseroka MSD`ê Leyla Qere Man, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Omsan û Evîn Siwêd, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sîham Qeyro û Ferîd Etê û hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso hene.

Her wiha ji rûspiyên ereb şêxê Qebîleya El Welde Hamid El Ferec û nûnerên êlên kurd, partiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî di kongreyê de amade ne.

Li gorî komîteya amadekar, serokê Partiya Sûriye Pêşerojê dê biaxive, dûre perspektîfên siyasî û rêxistinî yên partiyê bê xwendin. Piştî wê, bi navê MSD`ê axaftin dê were kirin û qeyda vîdyo ya Fermandariya Giştî ya QSD`ê Mezlûm Ebdî bê guhdarkirin.

(şx)

ANHA