Tevî hişyariyên Pûtîn jî Fînlandiya û DYA’yê lihevkirineke leşkerî îmze kir

Fînlandiya û DYA`yê ji bo xurtkirina hevkariya leşkerî lihevkirinek îmze kir. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dewletên Skandînavyayê li hember tevlêbûna wan di NATO`yê de, hişyar kiribû.  

Tevî hişyariyên Pûtîn jî Fînlandiya û DYA’yê lihevkirineke leşkerî îmze kir
19 kanûn, 2023   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`yê wezîrê parastinê yên Fînlandiyayê Antti Hakkanen lihevkirin erênî nirxand û got: “Li ser pabendbûna DYA`yê ya parastina Fînlandiya û bakurê Ewropayê, nîşaneyeke xurt e."

Antti Hakkanen di merasîma îmzekirina lihevkirinê ya li gel wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken de, wiha axivî: "Em pêşbîn nakin ku DYA parastina Fînlandiyayê bike, lê belê ev lihevkirin hêza me ya bi hev re karkirinê baştir dike."

Blinken jî got: "Fînlandiya ji her kesî baştir dizane ji bo ku Ukrayna di xetereyeke çawa de ye. Di 1939`an de fînlandiyan li hember destwerdana Rûsyayê îsbat kir ku dewleteke azad dikare berxwedaneke xurt nîşan bide. Dîroka we, girîngiya piştgiriya Ukraynayê tîne bîra me."

Wezîra karên derve ya Fînlandiyayê Elena Valtonen jî bal kişand ser gefên Moskovê ku hewl dide dosyaya penaberan bi kar bîne.

Beriya îmzekirina lihevkirinê, Pûtîn hişyarî dabû ku piştî tevlêbûna Fînlandiyayê di NATO`yê de, dê pirsgirêkên mezin derkevin û ragihand ku li hember vê gavê welatê wî dê herêmeke leşkerî ya nû li bakurê rojavayê welêt ava bike.

(şx)