Li Reqayê bazirganekî hişbirê hat girtin

QSD′ê ragihand ku li kantona Reqayê bazirganekî madeyên hişbir girtiye û dest daniye ser miqdareke hişbirê.

Li Reqayê bazirganekî hişbirê hat girtin
19 kanûn, 2023   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Kantona Reqayê belavkarekî madeyên hişbirê girtiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “12′ê Mijdara 2023′yan, Hêzên Dîsîplîna Leşkerî ya girêdayê hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bajarê Reqayê operasyonek li dijî belavkar û bazirganekî madeyên hişbir li dar xist. Hêzan li bajar girte ser malekî ku wekî navenda bazirganiya hişbirê dihat bikaranîn. Hêzên operasyonê kesê ku ev made belav dikirin, girt û bi qasî 120 kg heşîş desteser kir.”

17′ê Kanûnê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesek girt ku hewl dide bi rêya tankereke sotemeniyê miqdareke mezin a madeyên hişbirê derbasî bajarê Qamişloyê bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo tolhildana şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir operasyonek dabû destpêkirin. Ji 27′ê Cotmehê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên li dijî madeyên hişbirê didomin.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen ji ajansa me re daxuyandibû ku operasyon li gorî hatiye plankirin didome û encamên wê erênî ne. Her wiha diyar kiribû ku gelek hewldanên qaçaxçîtiya hişbirê hatine têkbirin û gelek hişbir hatiye desteserkirin.

(bb)