Di erdheja li Çînê de herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest da

Bîlançoya erdheja li Çînê giran dibe. Li gorî daneyên dawîn bi kêmanî 118 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di erdheja li Çînê de herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest da
19 kanûn, 2023   12:50
NAVENDA NÛYÇEYAN

Li eyaleta Gansu ya Çînê bi pileya 6.2 erd hejiya. Li gorî agahiyên ku destpêkê 111 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecih, piştî erdhejê herî kêm 105 kes mirin, nêzî 400 kes jî birîndar bûne.

Li gorî televîzyona dewletê CCTV li bajarokê Haîdong ê li eyaleta Qînghaiyê jî 13 kes mirine, 182 kes birîndar bûn û 20 kes jî winda ne. Erdhejê zirar da bi hezaran malan û gel neçar ma ku di hewa sar de li kolanan bimîne.

Li Çînê bi domdarî erdhej pêk tên ku hin ji wan mezin in. Di sala 2008’an de li eyaleta Sîchûanê di encama erdhejê de zêdetirî 87 hezar kes mirin an jî winda bûbûn.