Tevgera Nifşê Nû: Pêwîste civaka navdewletî piştgiriya gelê Kurd bike

Tevgera Nifşê Nû têkildarî êrişên komên çete yên yên li ser Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir ku bêdeng nemînin û piştgiriya gelê Kurd bikin.

Tevgera Nifşê Nû: Pêwîste civaka navdewletî piştgiriya gelê Kurd bike
20 ÇILE, 2026   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Nifşê Nû li ser êrişên komên çete yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êriş û komkujiyên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Di vê demê de pêwîste civaka navdewletî li  şûna temaşekirin û bêdengiyê piştgiriya gelê Kurd bike.

Mîna ku Kurdan di dema herî xurt a çeteyên DAIŞ’ê de bi hewara mirovahiyê ve çûn.”

Di dewamê de hat diyarkirin ku ev demek dîrokiye gelê Kurd têde derbas dibe û wiha dom kir: “Niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekgirtin û yekitiya Kurdan a li seranserî cîhanê heye.”