Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyek ji bo zimanê kurdî li dar xist

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan çalakiyek ji bo piştgiriya zimanê kurdî li dar xist.

Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyek ji bo zimanê kurdî li dar xist
23 gulan, 2026   15:04
QAMIŞLO

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên piştgiriya zimanê kurdî de çalakiyek li Girê Mûzanê yê bajarê Amûdê li dar xist.

Komên tevgerê yên ji Amûdê, Qamişlo û Dirbêsiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Endamên koman ku cil û berên kurdî li xwe kiribûn, stranên kurdî gotin.

(bb)

ANHA