Tevgera Ciwanên Şoreşger: Têkiliya me bi bûyerên şewitandin û revandinê re nîn e

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyeyê destnîşan kir ku tu eleqeya wan bi bûyerên şewitandina hinek cihan û revandina kesan nîne û ev pêkanîn ji bo reşkirina tevgera ciwanan tên kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Têkiliya me bi bûyerên şewitandin û revandinê re nîn e
17 gulan 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgera Ciwanên Şoreşger Ên Suriyeyê, derbarê bûyerên şewitandina hinek cihan û revandina kesan ku ji bo tevgera wan tê hesibandin de, daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya tevgerê hat weşandin de hat destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger di 12 salên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de ji bo  avakirina hişmendiya exlaqî, azadîxwaz têkoşîn meşandiye, di avakirina hêzên xweparastinê de roleke pêşeng û serhildêr lîstiye. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ji Efrînê heta Kobanê û Cizîrê ji bo parastina gel û destkeftiyên şoreşê di xeta pêş de cih girtiye û wiha hat domandin: “Xeta teslimiyetê tu caran qebûl nekiriye. Di dema şehadeta heval Çekdar Amed de jî sekneke radîkal li hemberî xiyanetê nîşan daye.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ji ber vê sekna xwe bûye hedefa dijminên şoreşê, bi taybetî bûye hedefa dewleta Tirk û kesên xîyanetkar ên dixwazin rastiyê berevajî bikin û gel ji tevgera ciwanan dûr bixin.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di demên dawiyê de li herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hin bûyerên şewitandina hinek cihan, revandina hinek kesan û li hemberî kesan bikaranîna şîdetê qewimîne û wiha hat gotin: “Hinek kes dixwazin bi vê yekê tevgera me şer nîşan bidin. Em li vir dubare diyar dikin ku tu têkiliya kesên van karan dikin bi tevgera me re nîn e. Ji destpêka şoreşa Rojava ve me hezar şehîd dane. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin; em ê tu carî nekevin bin bandora şerê psikolojîk ê hêzên berjewendperest û xwînxwar.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Ji bo ku em bikaribin azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, ji bo têkbirina dagirkeriyê, ji bo vala derxistina şerê taybet û hemû polîtîkayên dijî gelên herêmê em ê her têkoşîna xwe mezintir bikin” û ev bang hat gotin:

“Em bang li hemû ciwanên Suriyeyê dikin ku di bin siwaneya Ciwanên Şoreşger de xwe rêxistin bikin û li hemberî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin.”

(a)

ANHA