Li Cindirêsê 2 şênî hatin revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî 2 şênî ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Li Cindirêsê 2 şênî hatin revandin
17 gulan, 2024   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsa Sivîl" şêniyê bi navê Ebdo Şêxo (46) û Nazmî Hemo (43) li bajarê Cindirêsê revandin. 

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan çavên her du şêniyan girtin û bi panzerekê ew birin.

Li herêmên dagirkirî, ewlehî tune ye, sûcên li dijî şêniyên wan herêman berdewam in.

Ji destpêka Gulanê ve û heta niha îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê 11 şênî li Efrînê revandine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li ser malpera xwe 28`ê Nîsanê, navên 28 kesên di Nîsanê de li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin, weşandin.

(şx)

ANHA