Tevgera Ciwanên Demokratîk: Berxwedana me berdewam e

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker teqezî bi berdewamkirina berxwedanê û fêrkirinê heta avakirina welatekî azad û demokratîk û bidawîkirina dagirkeriyê kir.

Tevgera Ciwanên Demokratîk: Berxwedana me berdewam e
23 ÇILE, 2024   15:08
QAMIŞLO

Tevgera Xwendekarên Demokratîk têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, li pêşiya Fakulteya Endezyariya Petrolê û Petrokîmyawî ya Zanîngeha Rojava ya li bajarokê Rimêlan ê kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Xwendekar Hêvîn Elî daxuyanî xwend. Bi dehan xwendekarên fakulteyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navendên xizmetguzariyê û stratejîk hat şermezarkirin ku bandor li xwendina bi hezaran xwendekarên fakulteyê kir.

Di daxuyaniyê de teqezî bi berdewamkirina berxwedanê û perwerdeyê heta avakirina welatekî demokratîk û azad li ser bingeha fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriyê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana şêniyên herêmê hate silavkirin.

(şx)

ANHA