Li Bûkemalê êriş: 2 milîsên Îranê hatin kuştin

Di êrişa li nêzî bajarê Bûkemal ê Sûriyeyê de 2 milîsên Îranê hatin kuştin.

Li Bûkemalê êriş: 2 milîsên Îranê hatin kuştin
23 ÇILE, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh di êrişên hewayî yên li dijî wesayîteke çekan de 2 milîsên Îranê hatine kuştin û li derdora bajarê Bûkemal ê Sûriyeyê depoyeke çekan hatiye rûxandin.

SOHR`ê aşkera kir ku îhtîmal heye balafirên şer ên Amerîkayê êriş kiribin.

SOHR`ê diyar kir ku li gel ku rewşa 3 birîndaran giran e, îhtîmal heye hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

(şx)