Şênî û ciwanên Dirbêsiyê qetilkirina şehîd Zelal Zagros şermezar kir

Ciwan û şêniyên Dirbêsiyê destnîşan kir ku hedefgirtina jinên şoreşger, ji bo têkbirina berxwedana wan a azadiyê ye. Her wiha soz dan ku tola şehîd Zelal Zagros hilînin.

23 ÇILE, 2024   15:16
HESEKÊ

Bi sedan ciwan û şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl û meclisan ji bo şermezarkirina qetilkirina şehîd Zelal Zagros meşiyan. 

Meşê ji pêşiya Mizgefta El Hac Sultan a navçeyê dest pê kir. Şênî û ciwan heta navenda Kongra Star meşiyan. Li wir bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, endama rêveberiya yekitiyê Nadîn Hesen axivî û qetilkirina şehîd Zelal Zagros şermezar kir û têkoşîna wê ya di oxira azadiya jinan de silav kir.

Nadîn Hesen wiha domand: "Hedefgirtina Zelal Zagros, hedefgirtina pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê ye. Ji bo ku rê li pêşiya têkoşîna rizgariya jinan bigirin. Em soz didin ku li ser şopa şehîdan bin heta ku hêviyên wan bînin cih û tola wan hilînin. Em ê têkoşînê li hember xiyanetê û dagirkeriyê mezin bikin.”

Endama Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Bedîe Erebo axivî û diyar kir ku armanca hedefgirtina jinên şoreşger, rêgirtina li pêşiya têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ye û got hedefgirtina şehîd Zelal Zagros, komkujiyên Parîsê yên yekemîn û duyemîn, xiyaneta PDK`ê û dijminên gelê Kurd, israra wan li ser berdewamkirina têkoşînê zêdetir dike.

(şx)

ANHA