Tevgera Ciwanan amadekariyên kongreyê dikin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê dê 1 û 2’yê Hezîranê (2024) kongereya xwe ya 4’emîn li dar bixe.

Kongre wê bi dirûşmeya “Bi rihê pêngava 1’ê Hezîranê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li bajarê Hesekê bê lidarxistin.
Li gorî komîteya amadekarin, di roja yekemîn a kongereyê de wê bernameyên çandî û werzîşê bên pêkanîn. Roja duyem jî dê nîqaşên rêxistînî werin meşandin.
Komîteya amadekar bang li hemû ciwanan kir ku tevlî kongreyê bibin.
(a)
ANHA