Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê baregehek bombebaran kir

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê ragihand ku wê li Îsraîlê "hedefeke çalak" bombebaran kiriye.

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê baregehek bombebaran kir
25 gulan, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê duh êvarî (24’ê Nîsanê) li devera Um Reşraş (Îlat) "hedefeke aktîf" bi balafireke bê mirov a bi çek bombebaran kiriye.

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê êrişa li Îlatê wekî piştevaniya bi xelkê Xezayê li hemberî êrişên Îsraîlê nîşan da.

(bb)