TEV-DEM: Di danezana destûrî de beşdariya nîştîmanî tune ye

TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê danezana destûrî ya desthilata Şamê red kir û diyar kir ku di danezanê de pirrengiya nîştîmanî û beşdariya rastîn a aliyên nîştîmanî tune ye.

TEV-DEM: Di danezana destûrî de beşdariya nîştîmanî tune ye
14 adar, 2025   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê pêşnûmeya danezana destûrî de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî hilweşîna rejîma Baas gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe yên ku di 14 salan de serî li hemberî dîktatorî û zordariyê hildabû, kêfxweşiyek li hemberî vê hilweşîna nîşan da.

Lê belê ev kêfxweşî pirî dom nekir û careke din bû sekna li hemberî cûreyekî din ê zordariyê, nexasim piştî derxistina pêşnûmeya 'danezana destûrî ya demkî' ji aliyê Şamê ve. Pîvanên vê pêşnûmeyê heta asteke bilind dişibin pîvan û qanûnên rejîma berê ya nijadperest a û partiya Baas.

Di derxistina vê pêşnûmeyê de tu nîşanên ruh û çanda pêkhateyên Sûriyeyê yên Kurd, Suryan, Aşûr, Xiristyan û Erebên Sunnî yên ku piraniya wan bi Îslama nerm re ne, tune ne.

Em vê pêşnûmeyê red dikin û teke zikin ku girîng e gelê Sûriyeyê yekgirtî be û pêşeroja xwe ya hevbeş li ser bingeha ku Sûriyeyê ya hemû Sûriyeyiyan e û dûrî hemû cûreyên olperestî û mezhebperestiyê ava bike. Pêwistiya Sûriyeyê bi hevgirtina hemû pêkhateyên wê û avakirina civaka demokratîk bi rêya beşdarkirina tevahî gelê wê, heye.

Em destnîşan dikin ku di vê danezanê de pirrengiya nîştîmanî û beşdariya rastîn a nîştîmanî tune ye. Ji ber wê jî ev danezan hişmendiya yekalî ya dîktatoriya olî nîşan dide û wekî berdewama dîktatoriyên berê yên ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî wan rabûye, tê dîtin."

(m h/k)