Partiya Aşûrî ya Demokratîk: Sûriyeyê bi hişmendiya yekalî nayê avakirin

Partiya Aşûrî ya Demokratîk bang li hêzên nîştîmanî û civata navneteweyî kir ku hewldanên ferzkirina desûtreke ku aliyên Sûriyeyê paşguh dike, nepejirînin. Partiyê banga piştgiriya ji bo pêvajoya siyasî ya azad ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî, kir.

Partiya Aşûrî ya Demokratîk: Sûriyeyê bi hişmendiya yekalî nayê avakirin
14 adar, 2025   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aşûrî ya Demokratîk bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî derxistina pêşnûmeya danezana destûrî ya desthilata Şamê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê danezana destûrê gaveke ber bi rûniştandina edalet, azadî û wekheviyê be, ne bibe amûrek ji bo rûniştandina desthilata beşeke civakê û paşguhkirina beşên din.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ragihandina danezana destûrê bê ku lihevkirina nîştîmanî li ser wê hebe, nirxên demokrasiyê yên ku gelê Sûriyeyê ji bo wan tê koşiyaye, binpê dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê destûr berhema diyaloga bi tevahî gelê Sûriyeyê re, bê ku tu alî werin paşguhkirin, were sazkirin û wiha hat gotin: "Pêşeroja Sûriyeyê bi hişmendiya biryara yekalî nayê avakirin, lê belê ew li ser bingeha hevbeşiya nîştîmanî ya ku aramî, pêşxistin û edaletê di civakê de misoger dike, tê avakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên nîştîmanî û civata navneteweyî û desteyên bi karûbarên Sûriyeyê re têkildar hat kirin ku hewldanên ferzkirina destûreke ku beşên civakê paşguh dike, nepejirînin û piştgiriyê bidin pêvajoya siyasî ya azad ku avakirina Sûriyeya demokratîk, azad û nenavendî misoger dike.

(mh/k)

ANHA