Partiya Yekitiya Suryanî: Danezana Destûrî danezana qonaxeke ne aramiyê ye

Partiya Yekitiya Suryanî destnîşan kir ku pêşnûmeya danezana destûrî ya desthilata Şamê ragihandina qonaxeke ne aram e û ji bo qonaxa demkî ya li Sûriyeyê kêrnehatî ye. Partiyê diyar kir ku ev danezan li dijî armanc û hêviyên gelê Sûriyeyê û şoreşa wî ya ber bi demokrasî û edaletê ve ye.

Partiya Yekitiya Suryanî: Danezana Destûrî danezana qonaxeke ne aramiyê ye
14 adar, 2025   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî der barê pêşnûmeya danezana destûrî ya desthilata Şamê de, daxuyaniyek da.

Partiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ragihandina vê danezanê berdewama siyasetên paşguhkirina pêkhateyên Sûriyeyê ye û ew jî heman siaysetên rejîma berê bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev danezan li dijî armanc û hêviyên gelê Sûriyeyê û şoreşa wî ya ber bi demokrasî, edalet û mafên mirovan e, pirrengiya neteweyî tune dike û Sûriyeyê bi nasnameya yekrengî dide naskirin û sîstemeke navendî dide diyarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev danezan wekî ragihandina qonaxeke ne aram tê dîtin û ji bo qonaxa demkî ya Sûriyeyê jî kêrnehatî ye û wiha hat gotin: "Divê di vê qonaxê de bi awayekî hevbeş a bi hemû pêkhateyan re, bawerî were avakirin, aştî di nav gel de were pêkanîn û edaleta demkî were meşandin û mafên siyasî, civakî û aborî yên wan pêkhateyan werin misogerkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de destnîşankirin ku divê dewlet bi hemû ol û neteweyên ku li ser xaka Sûriyeyê dijîn re, bi awayekî wekhev nêzîk bibe û bi sîstema nenavendî ya demokrayêk yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya xwe biparêze.

(m h/k)