Têkiliyên Riyad û Tehranê û agirbesta li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne 

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de serdana emîrê Siûdiyê bo Tehranê, astengiyên li pêşiya agirbesta li Xezayê, her wiha pêşniyara serokê DYA’yê ya valakirina Xezayê ji niştecihên wê, nirxandin.

Têkiliyên Riyad û Tehranê û agirbesta li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne 
21 nîsan, 2025   11:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî serdana emîrê Erebistana Siûdî Xalid Bîn Selman bo Tehranê û hevdîtinên wî yên li gel rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî, serokomarê Îranê û hejmarek rayedarên leşkerî nivîsî. 

Rojnameyê serdan wek guhertineke sereke di têkiliyên Riyad û Tehranê de nirxand û diyar kir ev serdan di demekê de hat kirin ku bandora herêmî ya Îranê bi paş ketiye, nemaze ji ber windahiyên li gelek eniyan û bi taybet jî derbeya mezin a li Sûriyeyê xwariye.

Li gorî rojnameyê, navnîşana pêvajoya nû ya têkiliyan ew e ku Tehran pabendî peymana destnewerdana li kar û barên navxweyî yên welatan bibe. Hate gotin her du aliyan bendên vê peymanê îmze kirine.

‘AGIRBESTA VEBIJÊRKÊN ASTENGBÛYÎ’

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê jî bal kişand ser astengiyên domdar ên li pêşiya agirbesta li Xezayê. Hate gotin, aliyên eleqedar pêşniyarên dijberî hev parve dikin û ev jî nakokiyên dijwar ê di navbera armancên wan de nîşan dide.

Li gorî rojnameyê; "Tişta ku niha agirbestê aloz dike, navberoka mijarên li ber dest e ku ji têgihîştina qismî derbas kirine û dest daniye ser tiştê ku wekî roja piştî bidawîbûna şer tê zanîn.  Îsraîl bi serokatiya Benjamin Netanyahu bi israr e ku rewşên heyî ji bo bidestxistina armancên xwe yên diyarkirî, nemaze jiholêrakirina Hemasê û vegerandina rehîneyan bi kar bîne."

Der barê Filistînê de jî hate gotin: "Filistînî lihevkirineke giştî ku bibe çareseriya dawîn, pêşniyar dikin. Li gorî lihevkirina ku filistînî dixwazin, divê tevahî girtiyên her du aliyan bên berdan û artêşa Îsraîlê bi temamî ji Xezayê derkeve."

Rojnameyê diyar kir ku tevî zextên zêde yên DYA’yê yên li ser Tel Avîvê ku beriya bidawîbûna vê mehê helwesta xwe biguhere jî, lê nakokiya mezin a di navbera her du aliyan de, her wiha nîşaneyên Îsraîlê bi vebijêrkên rageşiyê mîsyona navbeynkaran zehmet dike.

‘PROJEYA BERFIREHBÛNÊ YA ÎSRAÎLÊ EWLEHIYA CÎHANÊ TEHDÎT DIKE’

Rojnameya El Quds El Erebî cih da pêşniyara serokê DYA’yê Donald Trump a veguhestina xelkê Xezayê bo welatên derdorê wek çareseriyekê ji bo bidawîkirina şer. Rojnameyê ev pêşniyar wek "hewldaneke ji bo valakirina Xezayê ji niştecihên wê û gaveke ji bo îlhaqkirina Xezayê bi projeya firehbûnê ya Îsraîlê" nirxand.

Rojnameyê ragihand ku ev pêşnûme tevî ku di bin navê aştiyê de tê pêşkêşkirin, lê bi xwe siyaseta paqijkirina sîstematîk bi rêya wêrankirina bi qestî ya binesaziya Xezayê, ji nû ve avakirinê aloz dike û niştecihan neçar dike ku birevin.

Rojnameyê diyar kir ku armanc ji vê projeyê avakirina dewleta Îsraîlê ya mezin e. Her wiha li ser bandorên van siyasetan li sr aştiya herêmî û navxweyî hişyarî da û diyar kir ku piştevaniya hêzên rojavayî ya bi Îsraîlê û bêxemiya NY’yê nayê qebûlkirin, lê li ber şer û aloziyên zêdetir vedike.

(bb)