SOHR: Di 24 saetan de 7 kes hatin kuştin

SOHR’ê da zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 7 kes hatine kuştin.

SOHR: Di 24 saetan de 7 kes hatin kuştin
21 nîsan, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 7 kes hatin kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de da zanîn ku li bajarê Maret Mesrîn ê Idlibê kesek ji ber teqîna mayînekê hat kuştin û li kampa Dêr Hesan ê bakurê Idlibê jî endamekê hêzên ewlehiya giştî ya desthilata Şamê li mala xwe ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li gundê Diyabiyê yê Humisê komeke çekdar ku nehat zanîn kî ne, rêveberê dibistana gund gulebaran kir û ew kuşt. Hate zanîn ku hêzên desthilata Şamê bi ser gundê Muxtariyê yê Humisê de girt û ciwanek hat kuştin.

Li gundê Cenata yê Laziqiyê jî mêrekî hevjîn û kurê xwe qetil kirin û cenazeyên wan avêtin bîrekî.

SOHR’ê diyar kir ku li bejahiya El Bûkemal ê Dêrazorê zarokekî ji bajarokê Yesûiyê ji ber teqîna mayînekê mir.

(bb)