Têkiliyên dewleta Tirk û Hemasê di rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî yên îro cih da tevgerên Îranê yên li Rojhilata Navîn, operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê û dûrketina dewleta Tirk ji Hemasê.

Têkiliyên dewleta Tirk û Hemasê di rojeva rojnameyên erebî de ye
25 cotmeh, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Hura bi sernavê ′Rageşiya Îranê li Rojhilata Navîn′ raporek weşand.

Di raporê de hat destnîşankirin ku tevgerên Îranê li herêma Rojhilata Navîn di demên dawîn de ji bo dewletên herêmê yên cîranên wê û dewletên mezin û di serî de Amerîkayê, bûye cihê nîqaşê. Hat diyarkirin ku li gel berdewamkirina êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê metirsiyên rûdana şerekî herêmî hene.

′ÊRIŞA BEJAHÎ YA ÎSRAÎLÊ LI DIJÎ XEZAYÊ HÎNA DI ROJEVÊ DE YE′

Rojnameya El Ereb jî cih da operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê.

Li gorî nûçeya rojnameyê, daxuyaniyên leşkerî yên Îsraîlê yên têkiladrî pêkanîna oeprasyoneke bejahî li dijî Xezayê bi armanca têkbirina hêza Hemasê, israra wê nîşan didin. Hat destnîşankirin ku ev yek di demekê de tê ku Îsraîl derfetê dide Qeter û Misirê ku navbeynkariyê bikin û ji bo berdana dîlgirtiyan zextê li Hemasê bikin.

Li gorî rojnameyê, Îsraîl dizane ku di aliyê leşkerî de dibe ev operasyon hefte yan mehan dirêj bike ji lew re dereng dixe, di aliyê siyasî de jî demê didin navbeynkaran da ku berdana girtiyan bê misogerkirin.

′DEWLETA TIRK DEV JI HEMASÊ BERDIDE′

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî nîşaneyên dûrketina dewleta Tirk ji Hemasê nûçeyek nivîsand.

Di nûçeyê de hat gotin ku ruxmî dewleta Tirk daxwaza derketina fermandarên tevgera Hemasê ji axa xwe derewand, lê belê nîşaneyên heyî piştrast dikin ku têkiliya tevgerê û Enqereyê zirar dîtiye. Li gorî rojnameyê, nûnerên îstîxbarata dewleta Tirk 7′ê Cotmehê bi fermandarên Hemasê re civiyane û ew agahdar kirine ku desthilatdarên Tirkiyeyê li gel gefên Îsraîlê nikarin ewlehiya wan misoger bikin. Hat gotin ku fermandarên Hemasê jî biryar daye ku bi awayekî serbixwe derkevin.

(fr/c)