Di êrişa Îsraîlê de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wan ên şer êriş biriye ser navendên leşkerî ya hikumeta Şamê ya li Derayê. Rojnameyeke Sûriyeyê jî da zanîn ku di êrişê de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne.

Di êrişa Îsraîlê de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
25 cotmeh, 2023   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê li gorî çavkaniyên leşkerî yên hikumeta Şamê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê gelek noqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Derayê bombebaran kirine. Li gorî nûçeya rojnameyê, di êrişê de 8 leşkerên Şamê hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.

ÎSRAÎLÊ PIŞTRAST KIR

Artêşa Îsraîlê jî vê berbangê ragihand ku wekî bersivdayîna moşekên ku duh ji Sûriyeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin, balafirên wan ên şer binesaziya leşkerî ya li Sûriyeyê bombebaran kiriye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora saet 02:00`an tûgaya Radar a li derdora bajarokê Qerfa, Lîwa 12`an a li herêma Izrei ya li bakurê Derayê bombebaran kirine.

SOHR`ê diyar kir ku piştî êrişên li dijî radar, depoyên moşek, çekan û parastina hewayî, dengê teqînan hatiye, di encamê de cihên navborî hatine rûxandin û kuştî çêbûne.

JI DESTPÊKA ŞERÊ HEMAS-ÎSRAÎLÊ VE 41 ÊRIŞ

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve Îsraîlê 41 êriş li dijî axa Sûriyeyê pêk anîne, 30 ji wan êrişên hewayî, 11 êrişên bejahî ne. Di encama wan êrişan de 90 armancên mîna depoyên çekan, cebilxane, baregeh, navend û wesayît hatine rûxandin û derbkirin.

(c)