Têkiliyên Çad û Sûdanê aloztir dibin

Piştî ku Çadê ji 4 dîplomatên Sûdanê xwest ku di 72 saetan de ji welêt derkevin, têkiliyên di navbera her du welatan de aloz bûn.

Têkiliyên Çad û Sûdanê aloztir dibin
17 kanûn, 2023   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Çadê duh ragihand ku hebûna 4 dîplomatên sûdanî li welêt nayê qebûlkirin û ji wan xwest ku di 72 saetan de ji welêt derkevin. Li gor Çadê, rayedarên sûdanî daxuyaniyên xetere dane ku wê dest li aloziya li Sûdanê werdaye. 

Rewşa Sûdanê û bandorên wê li ser Çadê û têkoşîna li dijî terorê li Afrîkayê û herêma Beravê, rojeva civîna di navbera serokê Çadê Mihemed Idrîs Dîbî û nûnerê taybet ê Fransa ji bo Kevana Afrîkayê Frederick Clavier de bû ku beriya hefteyekê hatibû lidarxistin.

Li gor Rêxistina Projeya Daneyên Aloziyên çekdarî di encama şerê navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Legîn de zêdetirî 12 hezar û 190 kes hatine kuştin.

Bi berdewamkirina şer e di navbera fermandarê Artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û hevalbendê wî yê berê fermandarê hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo de rewşa mirovî aloztir dibe.

Destpêka mehê, gera nû ya dan û standên li Cedayê ku bi sponseriya DYA û Siûdiye li dar dikevin, bi bin ket.

 (şx)