Rûspiyên El Bû Camil: Aliyên Astanayê hewl didin Rêveriya Xweser têk bibin

Eşîrên El Bû Camil ên li Dêrazorê got, hewldanên derxistina fitneyê li herêmê encamên çaralî ya li Astanayê ne û armanc jê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Rûspiyên El Bû Camil: Aliyên Astanayê hewl didin Rêveriya Xweser têk bibin
17 kanûn, 2023   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weşandiye, eşîrên El Bû Camil ên girêdayî qebîleya Igêdat têkildarî hewldanên çeteyên hikumeta Şamê yên ketina herêma Dêrazorê û êrişên wan ên li dijî hêzên leşkerî û welatiyan daxuyaniyek da.

Li gorî nûçeyê rûspî, şêx û rewşenbîr ên ji eşîran El Bû Cemal di daxuyaniyê de hewldanên hikumeta Şamê û milîsên Îranê yên di bin navê "artêşa eşîran" ku bikevin herêmê ewlehiya wê xirab bikin, şermezar kirin.

Rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re anîn ziman û got dê li hemberî hewldanên derxistina fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de bisekinin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tevahî hewldanên milîsên Îran û çeteyên wê yên ketina herêm û gefên wan ên li ser ewlehiyê, encamên civîna çaralî ye ku li Astanayê di navbera wan de hatibû lidarxistin û armanc jê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

(bb)