Têkildarî vekirina balyozxaneya Îranê li Şamê dan û standin tên kirin

Berdevka hikumeta Îranê Fatme Mohaceranî da zanîn ku ji bo jinûve vekirina balyozxaneyê li Sûriyeyê welatê wê dest bi dan û standinên dîplomasî kiriye.

Têkildarî vekirina balyozxaneya Îranê li Şamê dan û standin tên kirin
24 kanûn, 2024   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka hikumeta Îranê Fatme Mohaceranî di civîneke çapemeniyê de diyar ku tiştê girîng ji bo Îranê ew e ku hikumet li gorî îradeya gelê Sûriyeyê be, yekbûna xaka Sûriyeyê biparêze û pêşî li terorê bigire.

Fatme Mohaceranî ragihand ku Îranê ji bo jinûve vekirina balyozxaneya xwe li Sûriyeyê dest bi dan û standinên dîplomasî kiriye.

Hefteya borî jî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî gotibû kengî rewşên ewlekarî û siyasî amade bin, ew ê balyozxaneyê li Sûriyeyê vekin.

(mh/fr)