`Ji bo siberoja Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweser a herî guncaw e`

Rewşenbîrên ji Helebê got modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber ku tecrubeyeke siyasî, rêveberî û leşkerî ya serkeftî ye û hevgirtina gelê Sûriyeyê parast, ji bo siberoja Sûriyeyê projeya herî guncaw e.

`Ji bo siberoja Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweser a herî guncaw e`
25 kanûn, 2024   05:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Hemwextî guhertinên siyasî li Sûriyeyê û hilweşîna rejîma Esed, artêşa Tirk dagirkirina Sûriyeyê didomîne. Li gorî gelek rewşenbîrên li bajarê Helebê, ji bo siberoja Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herî guncaw e.

‘DIVÊ EV TECRUBEYA SERKEFTÎ WERE BELAVKIRIN’

Hevseroka Malbenda Çandî ya Helebê Leyla Xalid destnîşan kir ku li Sûriyeyê bi giştî nezelalî û ne aramî heye, siberoja welêt di aliyê qanûnî û destûrî de ne diyar e.

Leyla wiha domand: "Divê sûriyeyî nas bikin ku Rêveberiya Xweser, tecrubeyeke îdarî ya serkeftî ye. Bi beşdariya pêkhateyan karibû beşeke Sûriyeyê bi rêve bibe. Em dikarin bêjin ku Rêberberiya Xweser bê cudahî li ser bingeha edalet û wekheviyê tevna niştimanî parast."

Li gorî Leyla, aramiya civakî û aştiya navxweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û gereke ev tecrube li erdnîgariya Sûriyeyê belav bibe da ku tevlihevî bi dawî bibe û ewlehî serwer bibe.

‘GELÊ SÛRIYEYÊ LAYIQÎ GUHERTINA ERÊNÎ YE’

Leyla wiha domand: "Her kes dizane em li welatekî dijîn ku gelek çand û netewe tê de hene. Mafê her kesî heye ku di welatekî ewle û bi aştî bijî."

Leyla destnîşan kir ku ji bo siberoja Sûriyeya hevgirtî ya ji bo tevahî sûriyeyiyan, gelê Sûriyeyê yê ji 13 salan ve fedakarî kiriye, layîqî guheritna erênî ye ji bo ku armancên xwe bi dest bixe û destkeftiyên xwe biparêze.

‘SIBEROJA GEŞBÎN A SÛRIYEYÎ BI BELAVKIRINA MODELA RÊVEBERIYA XWESER VE GIRÊDAYÎ YE’

Hevserokê Malbenda Çandî ya Helebê Ehmed Bîrhat got: "Di hin sîsteman de îdeolojiya zordest a ku bi salan e heye, bûye sedem ku mirov serî hildin da ku rewşa xwe ya heyî biguherînin, di nav van de şoreşa Sûriyê heye, ku di encamê de rêjîma Baas hilweşiya û gelek modelên rêveberiyê derxist."

Bi nêrîna Bîrhat, ji bo siberoja welêt, modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herî baş e, ji ber ku mafên pêkhateyan dabîn dike.

‘MAFÊ GEL HEYE MODELA RÊVEBERIYÊ JI BO SIBEROJÊ HILBIJÊRE’

Mamosteyê dîrokê Mihemed Şêx Qenber got: "Jiyana aştiyane ya li herêmên Rêveberiya Xweser hişt ku ev proje bê qebûlkirin û li seranserî Sûriyeyê bibe vebijêrk.”

Qenber wiha pê de çû: "Bi rûxandina rejîma Bais`ê re, dê rê li pêşiya gelê Sûriyeyê vebibe ku modela herî guncew ji bo siberoja xwe hilbijêre. Ji ber ku tenê wî berdêl daye. Di her maleke Sûriyeyê yan şehîd an birîndar an kesek hatiye revandin heye."

Qenber bang kir ku hikumeta demkî ya li Şamê û Rêveberiya Xweser bi hev re li hember xetereyên derve yên li dijî welêt bisekinin.

(şx/k)

ANHA