Jinên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûn

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komek jinên li Dirbêsiyê diyar kir ku ji bo parastina herêmê li hember xeterî û êrişan ew li gelek QSDˋê ne.

Jinên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûn
Jinên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûn
Jinên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûn
Jinên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûn
Jinên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûn
24 kanûn, 2024   20:14
QAMIŞLO

Komek jinên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê xwedî li banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya seferberiya giştî derket.

Daxuyanî ji hêla Fatme Keleş ve bi beşdariya gelek jin û ciwanan hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ew jin diyar dikin ku li ser xaka xwe ne û dê ji bo pêkanîna edalet û demokrasiyê û avakirina Sûriyeyeke pirreng têkoşîna xwe bilind bikin.

Jinan diyar kir ku ji bo parastina bajar, bajarok û gundên xwe, wan xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kir. Her wiha bang li tevahî şêniyan kir ku di oxira pêkanîna azadî û mafên rewa de berxwedanê mezin bikin.

(mh/fr)