Têkildarî rewşa Sûriyeyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînên gel

Di civînan de xelkê bajarê Qamişlo û Til Temirê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê piştgiriya xwe ji QSDˋê, YPG-YPJˋê re nîşan da û teqezî bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad kir.

25 kanûn, 2024   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şîrovekirina rewşa Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasˋê, Meclisa bajarê Til Temirê bi hekvariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji koçberên bajarên Serêkaniyê û Efrînê yên dagirkirî re civînek li dar xit.

Civîn li stadyûma gundê Til Nisêrê bi beşdariya koçberên Serêkaniyê û Efrînê hat organîzekirin.

Di civînê de hevserokê Meclisa bajarê Til Temirê Ehmed Heyder li ser rewşa siyasî û elşekrî ya li Sûriyeyê bi giştî û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet axivî û got: "Rejîma berê ya Sûriyeyê pişta xwe dida Rûsya û Îranê û kontrolkirina Sûriyeyê di destê wan her duyan de bû. Lê di dawiyê de dev ji rejîmê berdan."

Der barê rewşa muxalefetê de Heyder wiha domand: "Ji destpêkê ew jî xwe dispêrin dewletên derve, weke dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk di dirêjkirina temenê krîza Sûriyeyê de ji bo bikeve xizmetî berjewendiyên wê roleke sereke lêîst."

Hevseroka Meclisa bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir jî got: "Hin xwefiroşên xwe firotine dewleta Tirk a dagirker hene û bi şerê taybet ê ku li dijî gelê herêmê tê meşandin bandor bûne."

Gulîxan di dawiyê de got: "Li dijî herêmê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şerekî nû didin meşandin. Divê em li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da ku herêmên xwe biparêzin, tev bigerin û hevgirtî bin."

QAMIŞLO

Meclisên Gel ên Taxa Qidûrbeg û Kornîş ên bajarê Qamişlo têkildarî pêvajoya siyasî û geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê civînên cuda li dar xistin.

Di cîvînan de hat destnîşankirin ku hêzên navneteweyî bi rêya dewleta Tirk a dagirker û Îsraîlê dixwazin Sûriyeyê perçe bikin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hişmendiya Osmaniya Nû dixwaze dagirkeriyê berfireh bike.

Di civînan de hat gotin piştî mudaxaleyên hêzên navneteweyî û hilweşandina rejîma Baasˋê Sûriye ber bi rewşeke nediyar ve diçe. Dewleta Tirk a dagirker jî vê yekê fersend digir ku herêmên din dagir bike û gelê Kurd qir bike.

Di dewama nîqaşan de hat destnîşankirin ku rewşa şer li Sûriyeyê kûr dibe. Li hember van bûyeran û pêvajoya heyî hat gotin ku divê gel berxwedanê bilind, di nava şerê gel ê şoreşgerî de be. Xelkê her du taxan jî li hember êrişên dagirkeriyê piştgiriya xwe ji hêzên xwe QSD, YPG, YPJˋê re nîşan da.

Di dawiya civînan de hat gotin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng ku tê de heman mezheb, etnîk û pêkhate bi hev re bijîn, pêwîstî bi hişmendiya paradîgmaya neteweya demokratîk û modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye.

(bm/fr)

ANHA

 Til temir