Li gelek herêmên Sûriyeyê xwepêşandan: Kuştî û birîndar hene

Li piranî herêmên li hundir û beravê Sûriyeyê li dijî sûcên Rêveberiya Operasyonan û destdirêjiyên li perestgehên olî xwepêşandan. Di xwepêşandanan de gule hatin avêtin, kuştî û birîndar çêbûn.

Li gelek herêmên Sûriyeyê xwepêşandan: Kuştî û birîndar hene
25 kanûn, 2024   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê gundewarê Tertûs, Laziqiyê û gundewarê wî, Ceble û Humsê li dijî êriş û binpêkirinên li perestgehên olî nexasim binpêkirinên çekdaran li dijî perestgeha "Ebû Ebdullah El Hisên El Xisêbî" a Helebê xwepêşandan li dar xist. 

Hemwextî xwepêşandan gule jî hatin avêtin. Di dîmenên çalakvanên ji wan bajaran ve dane diyar dibe ku ji ber guleavêtina yekser kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Humsê jî desthilatan li bajêr û gundewarî wî qedexeya derketinê ji 7ˋê êvarê heta sibehê, ferz kiriye.

Li Laziqiyê jî xelkê bajêr û gundewarê wî xwe amade dikin ku sibe li pêş deriyê navenda parêzgehê derkevin xwepêşandanan.

(fr)