Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn, rewşa şervanên li eniyên şer û aşkerakirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker, civînên girseyî li deverên cuda yên herdu taxan li dar xistin.

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûdê civînên girseyî li dar xistin
25 kanûn, 2024   17:30
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo bersivandina pirsên şêniyan û şîrovekirina bûyerên ku li Sûriyeyê rû dane û rû didin, civînên girseyî li dar xistin.

Komîteya ku ji nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan pêk tê civîn ji gel re li dar xist.

Civîn li ser asta rojhilat û rojavayê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi komkirina xelkê her sê deveran li maleke welatiyan, tên lidarxistin.

Der barê mekanîzmeya birêxistinkirina civînan de destpêkê organîzekarên civînê axaftinên xwe dikin, dûre şênî jî nîqaş û pirsên xwe dikin. Her civînek saetekê dom dike. 

Di axaftinan de de tê diyarkirin ku Sûriye ji qonaxa rejîma Baasˋê ya paşguhkirin û tunekirina mafên pêkhateyan, derbasî qonaxeke bûye.

Her wiha behsa berxwedana şervanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin û silavkirin.

Hat destnîşankirin ku hin dewlet hene, di serî de dewleta Tirk a dagirker dixwazin bi rêya êriş û dagirkirina bajarê Minbicê û kantona Efrîn û Şehbayê, Sûriyeya nû bixin rêya şaş.

Ji bo agahî bigihînin tevahî xelkê her du taxan wê civîn dewam bikin.

(mh/fr)

ANHA