Têkildarî guhartina demografî û helandina çandê forumek hat lidarxistin

Rewşenbîr û akademisyenan siyasetên guhartina demografîk û helandina çandî ya ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne nîqaş kirin.

22 tîrmeh 2024   23:37
QAMIŞLO

Komeleya Rojava ya Çanda Kurdî li hola Zana ya bajarê Qamişloyê têkildarî guhartina demografî û helandina çandî li herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin forumeke diyalogê li dar xist.

Di forumê de akademisyen, rewşenbîr û kesayetên ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên dagirkirî beşdar bûn. Forum li ser du mijaran hat birêvebirin, mijara yekemîn "Nasnameya Nîştimanî û Çandî û siyasetên helandina çandî li herêmên dagirkirî" û mijara duyemîn jî li ser "dizî, talankirina şûnwaran, cihên dîrok û guhartinên li herêmên dagirkirî, çawaniya parastina nasnameya çandî û nîştimanî ji bo sekna li hember siyasetên guhartina demografî û helandina çandî" bûn.

SIYASETÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI DIJÎ NASNAMEYA NÎŞTIMANÎ Û ÇANDÎ YA KURDÎ

Di mijara yekemîn de mamosteyê beşa dîrokê ya Zanîngeha Rojava Sîpan Îsmaîl axivî. Îslamîl bal kişand ser siyasetên koçberkirin, guhartina demografî, ferzkirina pergalên perwerde û çandî li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine.

Îsmaîl wiha domand: "Herêmên mîna Efrîn û Serêkaniyê ku bi nasname û şêniyên xwe yên Kurd dihatin nasîn, di nava zêdebûna guhartina demografî, avakirina avahiyên mêtingehiyê bi alîkariya rêxistinên navneteweyî mîna Qeter, Kiwêt û Tirkiyeyê de, ji şêniyên wê vala ne."

Her wiha nivîskar û lêkolerê dîrokê yê li Almanyayê bi cih bûye û ji Rojhilatê Kurdistanê ye Kakşar Oramar bi rêya Zoomê beşdar bûn û bal kişand ser siyasetên li dijî çand û şûnwarên Kurdî li parçeyên Kurdistanê tên kirin û wiha got: "Ev siyaset xwedî bandor û kokên dîrokî ne û armanca wan derbekirina nasnameya Kurd û wêrankirina şûnwarên şaristaniya Kurdî ne. Wê yekê jî bi rêya xerabkirin, talankirin û kirina yên xwe pêk tên."

Beşdaran di mijara yekemîn de axivîn û got ev siyaset bi awayekî yekser bandorê li nasnameya nîştimanî û çandî ya gelê Kurd dikin û armanc ew e ku piştî di qirkirina fîzîkî de bi bin ketin, çandê qir bikin.

TIRKIYE JI SEDÎ 70 JI ŞÛNWARÊN SÛRIYEYÊ DIZÎN

Di mijara duyemîn de Dr. Xalid Ehmo di warê arkeolojiyê de li ser siyasetên talankirin û dizîna şûnwarên Sûriyeyê û Kurdî di krîza Sûriyeyê de axivî û got: "Ji sedî 70 ji şûnwaran ji hêla komên çekdar ve hatin dizîn û talankirin. Destê dewleta Tirk di hemû kiryaran de ye. Li gorî raporan niha 2 hezar û 500 parçeyên şûnwarî li Tirkiyeyê ne. Da ku piştre bike ya xwe û bifiroşe. Ev siyaset bi awayekî yekser nasnameya gelên herêmê hedef digirin."

Di dawiyê de beşdaran axivî û got divê stratejiyeke taybet li gel rêveberên li Rojava û Başûrê Kurdistanê hebe ku parastina çandê di aliyên manewî û madî de ji van siyasetan were kirin. Divê ew yek bi rêya bername û projeyên çandî û perwerdehiyê bên kirin. Her wiha beşdaran anî ziman ku divê ev binpêkirin di raporên hiqûqnasan de werin belgekirin û ji aliyên navneteweyî yên têkildarî û raya giştî ya navneteweyî re bên pêşkêşkirin.

(fr)