8 dewletên YEˊyê xwest têkiliyên bi Şamê re jinûve werin nirxandin

Rojnameya Britaniya raghand ku 8 paytextên Ewropî ji dîplomatê mezin ê Yekitiya Ewropa xwest ku polîtîka YEˊyê ya li beramberî hikumeta Şamê ji nûve binirxînin û li ber çavan derbas bikin.

8 dewletên YEˊyê xwest têkiliyên bi Şamê re jinûve werin nirxandin
22 tîrmeh 2024   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên rojnameya Financial Times a Britanî di raporeke xwe de ragihandibû ku 8 dewletên Ewropî berî civîna wezîrîn derve yên dewletên Yekitiya Ewropa (YE) têkiliya bi hikumeta Şamê re ji nûve binirxînin û têkilî pê re çêbikin.

Rojnameyê diyar kir ku wezîrên derve yên Austria, Croatia, Qubirs, Komara Çîk, Yewnanistan, Îtalya, Slovakia û Slovenia nameyek ji bo dîplomatê mezin ê YEˊyê Josep Borrell re rêkirin û tê de hatiye gotin:  "Ji bo Sûriyê hedefa me ew e ku em di siyasetê de hîn zêdetir çalak bin û bi pratîkî bighîjin encamê. Ji ber vê yekê divê em di aliyê siyasî de xwe berfereh bikin û alîkariya mirovî hîn zêdetir bikin."

Her wiha di nameyê de hatiye gotin: "Ji 2017`an ve êrişên Rûsyayê li dijî Ukraynayê, tevgerên dewletên Ereb ji bo normalîzekirina bi rejîma Sûriyeyê bi xwe re di dînamîkan de guhartin anîn."

Li gorî nameyê siyaseta YEˊyê ya li hember Sûriyê pêş neketiye, ji ber vê yekê hewldanên mirovî têrê nakin ku pêşketin di siyasetê de çêbibe.

Wezîran di raporên xwe de pêşniyar kiriye ku li Sûriyeyê nûnerekî YEˊyê were erkdarkirin ku ev nûner ne tenê bikaribe têkiliyên xwe bi aliyên çalak ên Sûriyeyê re çêbike, her wiha bi dewletên dîtir ên herêmê re jî têkiliyên xwe çêbike. Ji wê zêdetir ev nûner têkiliyên xwe bi balyozê hikumeta Şamê yê li YEˊyê yê Broksel çêbike.

Wezîran di nameyê de der barê bandora cezayên YEˊê li ser Sûriyeyê got: "Bandora cezayan li ser Sûriyeyê bi xwe re bandoreke mezin li ser welatiyan anî."

Rojnameyê di dawiya rapora xwe de anî ziman: "Li Sûriyeyê gelek sûcên şer hatine kirin û mafên mirovan hatine binpêkirin. Ji ber vê yekê têkildarî zextên li ser hikumeta Şamê eger tu gav bêne avêtin, dibe ku ji paytextên dîtir bertek derbikevin`.