Li Lubnanê siyaset bandorê li ser bikaranîna ceyranê jî dike

Pispora enerjiyê ya Lubnanî Kristîna Ebî Heyder got: "Li Lubnanê pirsgirêka ceyranê polîtîk e, Saziya Ceyranê ji salan ve keysbaziyê dike. Ji bilî vê saziyê tu kes nikare ceyranê hilbirîne û bifroşe."

Li Lubnanê siyaset bandorê li ser bikaranîna ceyranê jî dike
22 tîrmeh 2024   07:35
BEYRÛT 
RANYA UBEYD

Li Lubnanê ji sala 1964’an ve pirsgirêka ceyranê heye. Pirsgirêka ku roj bi roj kûrtir dibe, bandoreke mezin li tevahî qadên jiyanê dike.

Yek ji sedemên sereke yên pirsgirêka qutbûna ceyranê, gendeliya saziyên dewletê, nakokiyên siyasî yên dijwar ên di navbera aliyan de tê nîşandan.

PIRSGIRÊKA CEYRANÊ POLÎTÎK E

Pispora enerjiyê Kristîna Ebî Heyder têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Kristîna diyar kir ku pirsgirêka ceyranê ya li welat vedigere sala 1964’an û anî ziman ku xwesteka aliyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka ceyranê tune ye.

Li gorî Kristîna, sedema pirsgirêkê ew e ku saziyên dewletê ji salan ve keysbaziyê li ser ceyranê dikin, nexasim ji bilî saziya eleqedar tu kes nikare ceyranê hilbirîne û bifroşe.

Kristîna Ebî Heyder bi bîr xist ku piştî şerê Lubnanê yê sala 1975’an, bi wêranbûna binesaziya petrolê re qada ceyranê bi awayekî mezin hilweşiya û wiha domand: "Bi hilweşîna qada ceyranê re jenartorên taybet hatin xebitandin. Ji sala 1990’an ve heta roja me ya îro xwediyên jenartoran di qada ceyranê de keysbaziyê dikin. Xwediyên jenartoran mafyayên siyasî ne. Bi rêya anîn û firotina mazotê berjewendiyên xwe yên şexsî pêk tînin. Heta jenartorên taybet hebin, aliyên siyasî dê kargehên ceyranê naxebitînin."

Kristîna Ebî Heyder anî ziman ku pirsgirêka ceyranê ya li Lubnanê ne yasayî û ne jî teknîkî ye û ev nirxandin kir û got: "Di aliyê yasayî de, ji sala 2002’an ve yasa hene ku dikarin rê li ber keysbaziya saziyên ceyranê bigirin û saktora taybet beşdarî xebatên hilberîn û belavkirina ceyranê bikin. Lê aliyên siyasî bi piranî li hev kirine ku ev yasa neyên pêkanîn. Her wiha ji ber berjewendiyên şexsî jî desteyeke serbixwe wezîfedar nekirine ku bikare qada ceyranê ji siyasetê dûr bixe."

ÇARESERÎ

Kristîna Ebî Heyder diyar kir ku çareserî ji pirsgirêka qutbûna ceyranê re hene, lê aliyên siyasî hewl nadin ku çareser bikin û wiha pê de çû: "Ceyran bingeha sereke ya aboriyê ye. Bi ketina Lubnanê nav kirîzeke mezin a aborî re ji sala 2019'an ve, bandor li hemû qadên jiyanê yên geştiyarî, pîşesazî, çandinî û...hwd bû. Yek ji sedemên kirîzê jî qutbûna ceyranê ye. Lubnanê gelek dolar li qada ceyranê dan."

Kristîna Ebî Heyder diyar kir ku çareserî ew e ku planên îslahkirin û çaksazkirinê yên civata navneteweyî û yasayên heyî werin pêkanîn. Lê belê ji ber tunebûna xwestekeke siyasî ji bo vê yekê, xuya ye ku welatî dê her berdêlê bidin û bibin qurban. Piraniya welatiyan li jêrî xeta belengaziyê de ne û nikarin jeneratorên taybet ji xwe re peyda bikin, ev jî dihêle fatûreyên biha yên ceyranê barê wan girantir bike.

Kristîna di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê krîzê pêwîst e berî her tiştî xwesteka siyasî ya çaksazkirina qada ceyranê li ba hemû aliyên siyasî were peydakirin. Nexasim ku hemwextî tunebûna çareseriyên bingehîn û meşandina siyasetên pînekirinê yên demkî, metirsiya tariya giştî ya li her dera Lubnanê zêdetir dibe.

bb-mh