Rêveberiya Xweser hejmara kesên sûd ji efûyê wergirtine aşkera kir

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ku ji efûya giştî sûd wergirtine, qonaxên berdana wan û armanc ji efûyê aşkera kir.

Rêveberiya Xweser hejmara kesên sûd ji efûyê wergirtine aşkera kir
22 tîrmeh 2024   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 17'ê Tîrmehê de efûya giştî derxist. Ev efû, ji bo pêkanîna encama duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê ku di 25'ê Gulana borî de hatibû lidarxistin, e.

Der barê vê biryarê, hejmara kesên sûd jê wergirtine, armanc û qonaxên berdana girtiyan de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman ji ajansa me re axivî.

Di serî de Osman diyar kir ku ev efû weke pêkanîna biryara civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Osman destnîşan kirk ku berê efû hat derxistin, gelek civîn û têkilî di navbera saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin pêkanîn û bi wê re efûyek ji bo kesên destên wan di xwîna sûriyeyiyan de tune ye, hat derxistin.

Osman wiha domand: "Li gorî qanûna terorê û qanûna cezayên giştî, ev efû li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e. Kesên destên wan di xwînê de tune ne, hatin berdan."

Osman diyar kir ku hezar û 512 di nav de 60 jin, sûd ji vê efûyê wergirtine û dê li gorî 2 qonaxan werin berdan.

Osman wiha axivî: "Di qonaxa yekemîn de hezar û 112 girtî bi awayekî beşî werin berdan. Destpêkê girtî ji girtîgeha Reqayê tên berdan, dûre ji girtîgehên kantona Cizîrê û beşa dawî jî dê ji girtîgehên kantonên Firat û Minbicê bin."

Der barê qonaxa duyemîn de Osman got: "Di wê qonaxê de dê 400 girtiyên qanûna nîvê cezayê digire nava xwe werin berdan. Ew girtî wê di demeke din de werin berdan." "

Osman bal kişand ser armanc û sedemên vê efûyê û diyar kir ku armanc ew e ku derfet ji bo wan kesên ku hatine berdan re bê dayîn ku careke din di civakê de çalak bin û rola xwe bilîzin.

(mh)

ANHA