CPT têkildarî tecrîdê bersiv da pirsên ANF’ê lê…

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê ku ji ber bêdengiya wê ya derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan gelekî tê rexnekirin, bersiv da pirsên ANF’ê, lê xwe wekî berpirsyar nedît. 

CPT têkildarî tecrîdê bersiv da pirsên ANF’ê lê…
22 tîrmeh 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, berpirsyariya saziyên navnetewî, binpêkirinên yasayî ji rayedarên CPT pirsî. 

Ajansê di nûçeya xwe de hewldanên xwe yên ji bo hevpeyvînê, bersivên rayedarên CPT jî vegotin.

Di nûçeyê de têkildarî hewldanên ji bo hevdîtinê wiha hatiye gotin:

“Me têkildarî tecrîda Îmraliyê, xwest bi CPT’ê re hevdîtin bikin, ji ber ku hem muxatabê mijarê ye û hem jî di hedefa rexneyan de ye. Me di 9’ê Tîrmehê de daxwaz kir ku bi Alîkarê Serokatiya CPT’ê Hans Wolff re hevdîtinê bikin ku di nava şandeya dawî ya serdana Îmraliyê kirî de, cih girtibû. Lê daxwaza me bi gotina “Ji ber ku hîna rapora têkildarî serdana dawî ya li Îmraliyê hatî kirin nehatiye weşandin, wê hevdîtineke wiha pêk neyê” hate redkirin.

Piştre li ser israra me hat qebûlkirin pirsên me weke nivîskî bên bersivandin. Hat xwestin ku hevpeyvîna me li ser navê Sekreterê Rêveber ê CPT’ê Hugh Chetwynd, were weşandin.”

PIRSÊN AJANSÊ Û BERSIVÊN CPT

Herî dawî di Îlona 2022’yan de CPT’ê serdana girtîgeha Îmraliyê kir, gelo tenê ji ber ku Tirkiyeyê erê nekiriye, rapora xwe hîna naweşîne?

Peymana ku CPT ava kirî, li ser esasê du bingehan e: Hevkarî û nepenî. Weke encam, CPT tenê dikare bi destûra dewleta din raporê bixweşîne.

JI TECRÎDA MUTLAQ RE, BERSIVA ‘MUAMELEYA XIRAB NÎNE’ HAT DAYÎN

Agahî ji girtiyên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek li raya giştî bûye sedemê fikarên kûr. Gelo CPT li ser vê yekê dixebite?

Komîte diyalogê bi rayedarên Tirk re didomîne, lê ev diyalog veşartî ye. Bi vê yekê re mîna serdanên di sala 2019’an û beriya wê de, şandeyê ti îdîa ne wergirtine ku rayedarên girtîgehê muameleyeke xirab li girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dike. Berevajî, hemû girtiyan diyar kiriye ku personel bi rengekî guncaw li hemberî wan tevdigerin.

DEMA PÊDIVÎ DÎT, DIBE SERDANA ÎMRALIYÊ BIKE!

Li hemberî agahî negirtinê, gelo CPT dîsa plan dike ku serdana Girtîgeha Îmraliyê bike?

CPT’ê di salên 1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019 û 2022’yan de, bi giştî 9 caran û di her carê de di çarçoveya ‘xweser’ de serdana Îmraliyê kiriye. CPT eger pêdivî pê bibîne, dibe biryar bide ku serdaneke nû li Îmraliyê bike.

EM DI NAVA PEYWENDIYAN DE NE!

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, balê dikişînin ku zêdeyî 3 sal in bi awayî peywendî bi girtiyên li Îmraliyê re nehatiye danîn. Gelo agahiya CPT’ê ji vê tecrîda mutlaq heye? Li dijî vê yekê çi dike?

CPT rewşa Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, pir ji nêz ve dişopîne. Ji xeynî diyaloga ku bi rayedarên neteweyî re dewam dike, CPT bi rengekî rêkûpêk bi parêzerên Abdullah Ocalan re jî di nava peywendiyê de ye.

159 SAETÊN HEFTEYÊ, DI BIN ÎZOLASYONÊ DE NE

Gelo girtiyên li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutlaq de ne?

CPT’ê di rapora xwe ya serdanê ya 2019’an de diyar kiriye ku hemû girtî piranî car di bin îzolasyonê de tên ragirtin (Yanî dawiyên hefteyê rojê 24 saet jî di nav de, di hefteyê de ji 168 saetan 159 saet). Li gorî CPT’ê rewşeke wiha nayê qebûlkirin.

GOT ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’, BES BER DA TIRKIYEYÊ

Girtî demek dirêje ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêpar tên hiştin, CPT a ku li dijî êşkence û muameleya xirab têdikoşe, vê rewşê çawa dinirxîne? Gelo ma ev ne binpêkirina peymanê ye?

Peywendiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ya bi cîhana derve re, her tim di navbera CPT û rayedarên Tirk de bûye mijara diyalogek zêde û demdirêj. CPT’ê gelek caran diyar kiriye ku astengkirina serdanên parêzer û endamên malbatê, nayê qebûlkirin û ev yek bi eşkere binpêkirina standart û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. CPT’ê ev yek gelek caran di diyalogên xwe yên bi rayedaran re aniye ziman.

‘EM NIKARIN ZÊDE AGAHÎ PARVE BIKIN’

CPT, di raporên xwe yên berê de ji bo başkirina şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê gelek pêşniyar li rayedarên Tirk kiribûn. Gelo Tirkiye têkildar van pêşniyarên CPT’ê, bi baldarî tevgeriya?

CPT bi sîstematîk ji rayedarên neteweyî yên dewletê, daxwaz dike ku bersivê bide raporên jê re hatine şandin. Di vê bersivdanê de ji bo xisûsên ku ketine rojevê bên nirxandin, divê tedbîrên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin bên diyarkirin. Bersiva ku hikûmeta Tirk ji pêşniyarên di rapora 2019’an de hatî diyarkirin re dayî, di malpera înternetê ya komîteyê de heye. Ji dervey agahiyên bersiva rayedaran, ti agahiyên din nayên weşandin.

PIRSÊN KU BÊBERSIV HATINE HIŞTIN …

Têkildarî bêhiqûqiya li Îmraliyê, me pirs kir ku CPT’ê wê li gorî peymana xwe derbarê Tirkiyeyê daxuyaniyekê bide raya giştî yan na û gelo wê li hemberî şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn aktîftir bilîze yan na. Lê belê CPT’ê ev pirsên me bêbersiv hiştin. Pirsên me yên ku bêbersiv hatine hiştin, bi vî rengî ne:

CPT berî demeke kurt li hemberî Azerbaycanê (Li gorî madeya 10 (2) a peymanê) daxuyanî da raya giştî. Gelo armanca CPT’ê heye ku daxuyaniyeke wiha ji bo Tirkiyeyê jî bide?

Bê bersiv hate hiştin…

Min berê roportaj kir, serokên berê yên CPT’ê Mauro Palma û Marc Neve ku gelek caran serdana Îmraliyê kirine, gotine ku Îmralî ji bo girtîgehê ne cihekî guncaw e û destnîşan kirine ku CPT dikare li hemberî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn aktîftir bilîze. Li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bê navber bi hincetên cuda hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Gelo li gorî CPT’ê Îmralî ji bo girtîgeheke ceza û înfazê guncaw e? Gelo CPT difikire ku li hemberî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn çalaktir bilîze?