2 leşkerên Şamê li Idlibê hatin kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hêzên hikumeta Şamê li başûrê Idlibê hedef girtin, di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

2 leşkerên Şamê li Idlibê hatin kuştin
22 tîrmeh 2024   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên "Ensar El Tewhîd" baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Melacê ya başûrê Idlibê hedef girtin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

(mh)