35 partî û rêxistinan ji bo Başûrê Kurdistanê bang kir

35 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl daxuyand ku “Dagirkirina welatekî mîna Iraqê yan welatekî din li herêmê, tê wateya dagirkirina tevahî herêmê û ewlehiya her welatekî ewlehiya tevahî gelên herêmê ye”.

35 partî û rêxistinan ji bo Başûrê Kurdistanê bang kir
22 tîrmeh 2024   15:57
NAVEDNA NÛÇEYAN

35 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û pêkhateyên din ên Sûriyeyê û Iraqê siyasetên xwe yên dijminane yên li gorî projeya Mîsaqî Millî û zîhniyeta Osmaniyan didomîne.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk li ser komkujî û qetlîmanên li dijî gelan û civakan ava bûye û heta roja îro li gorî heman zîhniyeta şovenîstî, qetilkirin, tirsandin û çewisandinê tev digere.

Di daxuyaniyê de behsa êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, siyasetên koçberkirin û guhertina demografiyê û gefên dagirkirin û îlhaqkirina deverên din jî hat kirin.

Têkildarî Başûrê Kurdistanê jî hate gotin: "Di dema dawîn de dewleta Tirk êrişeke mezin pêk anî. Bi sedan tank û bi hezaran leşker û çeteyên xwe ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî beşdarî şerê xwe yê qirêjî yê li Herêma Kurdistana Iraqê kir. Ev yek bi hevkariya hin aliyên kurdî, bi hemahengiya Bexdayê û bêdengiya hikumeta Iraqê tê kirin. Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê didomîne, gund, bajar, darxistan û baxçeyan dike armanc da ku herêmê vala bike û bişewitîne. Gefan li niştecihan dixwe û wan ditirse da ku malên xwe biterikînin û di encamê de herêmê vegerîne herêmeke leşkerî. Em tev dizanin ku ev hincet derew in. Em tev diznain şervanên gerîla li Sûriye û Iraqê roleke sereke di erê li dijî DAIŞ’ê de lîst û êzidî ji fermanan rizgar kirin. Ji wê demê heta niha Tirkiye destekê dide DAIŞ û El Qaîdeyê.

Weke nûnerên partî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, gel û tevahî civakê em êrişên sîstematîk şermezar dikin. Em bang li hikumeta Bexda û hêzên nîştimanî yên Iraqê dikin ku li hemberî binpêkirin û sûcên dermirovî û xerabkirina xwezayê berpirsyariyên xwe yên mirovî, exlaqî, qanûnî û serdestî bi cih bînin. Li ber binpêkirinên domdar ên Tirkiyeyê bigirin. Divê civata navneteweyî û saziyên wê têkildar tevahî tedîbrên pêwîst bigirin, dawî li êrişên hovane yên dagirkirinê bigirin, serdestî û pêkhateyên Iraqê biparêzin.

Li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker em piştgiriya xwe bi gelê Iraqê re radighînin. Em bang li Komara Ereban û tevahî dewletên Ereban dikin, her wiha bang li tevahî hêzên nîştimanî û saziyên qanûnî û dîplomatîk dikin ku bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin, li ber dagirkeriya Tirk a li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyeyê û destwerdanên wê yên li dewletên Ereban berpirsyarên xwe bigirin.  Dagirkirina welatekî mîna Iraq an welatekî din li herêmê tê wateya dagirkirina tevahî herêmê. Di heman demê de ewlehiya her welatekî tê wateya ewlehiya tevahî gelên herêmê."

Daxuyanî ji aliyê van partiyan ve hatiye dayîn:

1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
3-Partiya Kesk a Demokrat
4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
5-Partiya Lîberal a Kurdistanê
6-Partiya Komunîst a Kurdistanê
7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî
8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê
11-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
12-Tevgera Nûjen a Kurdistanê
13-Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
14-Heya El Weteniya El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)
15-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriye
16-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
17-Tevgera Çaksazîyê-Sûriya
18-Partiya Asûrî ya Demokratîk
19-Partiya Roj a Demokratîk li Sûriye
20-Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)
21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
22-Kongra Star
23-Partiya Muhafezekaran
24-Partiya Têkoşîna Demokrat
25-Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
27-Heyet El Tensîq El Weteniye-Tevgera Guhertin a Demokratîk
28-Partiya Yekitiya Suryanî
29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî
30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)
31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)
32-Partiya Çep a Şoreşgerî li Sûriye
33-Partiya Suryaya
34-Partiya El Weten El Sûrî
35-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

(bb)