Şêniyên Dêrikê: Em bi gerîla re ne

Şêniyên bajarê Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê piştgiriya xwe bi gerîla re anîn ziman.

Şêniyên Dêrikê: Em bi gerîla re ne
Şêniyên Dêrikê: Em bi gerîla re ne
Şêniyên Dêrikê: Em bi gerîla re ne
Şêniyên Dêrikê: Em bi gerîla re ne
Şêniyên Dêrikê: Em bi gerîla re ne
Şêniyên Dêrikê: Em bi gerîla re ne
22 tîrmeh 2024   03:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê bertek nîşanî tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîlayan de da û berxwedana gerîla jî silav kir.

Ciwan Hesen anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya PDK`’ê plan û êrişên xwe yên li ser gerîla didomîne û got: "Îradeya gerîla ji tevahî planan bihêztir e. Em ê heta serketinê bi hêzên xwe yên gerîla re bin. Planên dagirkeran û hevkarên wê dê têk biçin."

Ciwan Hesen diyar kir ku berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker hebûn û nasnameya gelê Kurd nîşan dide û wiha domand: "Em hebûn û îradeya xwe di îradeya gerîla de dibînin. Em ê meşa azadiyê berdewam bikin heta civaneke azad û ewle ava bikin."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Dêrikê Mihemed Ebdulezîz got: "Em berxwedana gerîla ji nifşan re radighînin û ji dîrokê re dinîvisînin ku ev berxwedan ji bo parastina gelê Kurdistanê ye. Di heman demê de em xiyaneta PDK’ê ya li gelê Kurd û tevakriya wê ya bi dewleta Tirk re jî dinîvisînin."

Mihemed Ebdulezîz berxwedana gerîla ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker wekî "Hilata tîrêjin azadiya ji bo Kurdên bi salan hatin paşguhkirin û înkarkirin" bi nav kir.

Mihemed Remedan xiyaneta PDK’ê şeremzar kir û got: "PDK’ê tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike, êrişî gelê Kurd dike, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê êrişî gerîla dike û bi dehan bajarok û gundên Başûr dagir kiriye. Dîroka PDK’ê bi xiyaneta li gelê Kurd tijî ye."

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku gerîla nûnertiya xeta azadiya gelên bindest û berxwedana ji bo azadiyê dike û got, "Li dijî artêşa Tirk a dagirker em bi gerîla re ne."

Macîda Ehmed îşaret bi vê yekê kir ku plana dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê  û êrişên wê yên li dijî gerîla tiştekî nû nine û diyar kir ku ev plan û êriş bi alîkariya PDK’ê tên kirin.

(bb)