Ji bo Rêber Abdullah Ocalan biryarek din a qedexeya hevdîtinê

Ji bo 3 mehan qedexeyeke din a hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din.

Ji bo Rêber Abdullah Ocalan biryarek din a qedexeya hevdîtinê
22 tîrmeh 2024   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

4 sal in bi tu rengî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ji bo 3 mehan qedexeyeke din a hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş.

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzer û malbatan a bi daxwaza hevdîtinê hatibû kirin da. Dadgehê, da zanîn ku Serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê Tîrmehê de ji bo Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din careke din “cezayê disiplînê” daye.

Di biryarê de hinceta “cezayê disiplînê” nehat diyarkirin. Daxwaza agahî û belgeyan ên parêzaran jî hatin redkirin. Parêzer dê li dijî biryara “cezayê disiplînê” li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîrazê bikin.