Di êrişên li Xan Yûnisê de 37 kuştî, 120 birîndar

Hate ragihandinên ku di êrişa Îsraîlê ya li bajarê Xan Yûnis ê Xezayê de 37 kes hatine kuştin û 120 kes jî birîndar bûne.

Di êrişên li Xan Yûnisê de 37 kuştî, 120 birîndar
22 tîrmeh 2024   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê piştî ku banga valakirina hin deverên rojhilatê Xezayê kir, ji saetên vê sibehê ve êrişên dijwar li ser bajarê Xan Yûnisê yê Xezayê pêk tîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku di encama êrişên ji vê sibehê ve yên li ser Xan Yûnisê de, 37 kes hatine kuştin û 120 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hin qurbanî di bin kavilan de û li ser rêyan mane û ambulans û tîmên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.

(bb)