HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên YJA Starê Ronahî û Arîn di 16’ê Hezîrana 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne û got:  “Bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêla ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin.”

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê eşkere kirin
22 tîrmeh 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyniyêk nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê yên ku 16’ê Hezîranê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuynî wiha ye:

“Di êrîşa dijmin a ku di 16’ê Hezîrana 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat de ewladên gelê Wanê yên hêja û şervanên YJA Starê hevrêyên me Ronahî û Arîn şehîd bûn.

Hevrêyên me Ronahî û Arîn li hemberî êrîş, êşkence û zextên dewleta Tirk ên li ser gelê me, jin û ciwanên Kurd, çiyayên Kurdistanê weke yekane qadên çareserî û têkoşînê dîtin, bi vîn, kelecan û coşeke mezin çiyayên azadiyê ji xwe re kirin cih û war. Hevrêyên me Ronahî û Arîn dixwestin li çiyayên ku bi hezaran salan gelê Kurd parastiye, wan di singa xwe de veşariye û xwedî kiriye, bibin parêzvanên çanda xwedawendan û di têkoşîna xwedawendan de bi ser ketin. Bi kesayetên xwe yên dilnizm ji bo ew nirxên azadiyê yên ku girêdayî wan in bidin jiyîn kedeke mezin dan û bûn milîtanên PKK-PAJK'ê yên mînak. Bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêla ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin. Hevrêyên me Ronahî û Arîn bi sekna xwe ya jiyanê û meşa xwe ya bi biryardarî ji bo hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide bûn ronahiya pêşeroja ku her tim berê xwe bidinê.

Weke hevrêyên wan, em ji malbatên hêja yên hevrê Ronahî û Arîn û hemû gelê xwe yê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê teqez armanca hevrêyên xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi ser bixin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ronahî Dilxwîn

Nav û paşnav: Vesîle Dûran

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik û bav: Dîlber - Bişar

Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîran 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Arîn Tolhildan

Nav û paşnav: Dîlan Oklu

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik û bav:  Saadet - Hesen

Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîran 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

RONAHÎ DILXWÎN

Hevrê Ronahî li Wanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrê Ronahî ji ber ku malbata wê girêdayî çanda kevnar a Serhedê bû û li hember hemû êrîşan di helwesta xwe ya birûmet de israr kir, li gorî çanda xwe mezin bû. Hevrêya me di temenê xwe yê biçûk de şahidiya êrîş, zext û êşkenceyên dijmin ên li ser gelê me kir û weke hemû zarokên Kurd hêrseke mezin li hemberî dijmin bi wê re çêbû. Hevrê Ronahî ya ku di temenê zaroktiyê de bi pêşengiya partiya me PKK’ê têkoşîna azadiyê nas kir, têkiliyên hevaltî û sekna milîtanî ya jiyana gerîlayên azadiyê yên li derdora gund didît, bandoreke mezin li ser çêkir. Hevrêya me di wan deman de bi gerîla re eleqedar bû, roj bi roj eleqe û sempatiya wê hîn zêdetir dibû. Ji ber ku gerîla li gelek qadên Kurdistanê derbên giran li dewleta Tirk a mêtinger dixist û bi her derbeyekê re gelê me gavek din nêzî azadiyê bû kêfxweşiyeke mezin bi hevrêya me Ronahî çêkir û weke jineke Kurd kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrêya me bi taybetî ji pêşengiya gerîlayên jin bi bandor bû, dest bi lêpirsîna statû û rolên jinan ên di nava civakê de kir. Hevrêya me bi lêpirsînê gihişte wê encamê ku pozîsyona jinê ji koletiyê cudatir nîne, ji ber vê yekê bi jiyana gerîlatiyê re eleqedar bû û di wê baweriyê de bû ku jiyana azad û wekhev di nava jiyana gerîlatiyê de pêkan e. Ji ber dijmin roj bi roj êrîşên xwe yên li ser gelê me zêde dike û komkujiyan dikir hevrêya me gelekî bi hêrs dibû, biryara têkoşînê da. Şehadeta gerîlayekî ku di encama komployekê de şehîd bû û wî nas dikir bandoreke mezin li ser çêkir û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê hevrêya me di sala 2014’an de ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû. Bi vê re gava xwe ya yekemîn ber bi azadî û jiyana nû avêt.

Hevrê Ronahî piştî tevlî nava refên gerîla bû xwe gihandiye Herêmên Parastinê yên Medyayê û li wir perwerdeya yekemîn dît. Hevrêya me dît ku tiştên derbarê jiyana gerîla û çiyayan de dibihîstine û hînbûne rast in û bi van hestan tevlî jiyanê bû. Hevrêya me bi taybetî ji têkiliyên hevaltiyê yên gerîla bandor dibû, ji bo bibe hevrê û milîtanekî rast ked û fedakariyeke mezin da. Hevrêya me bi saya kesayeta xwe di demeke kurt de hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir, bi taybetmendiyên xwe yên fedekar û kedkarî derket pêş. Bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dît, di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bû û dest bi rizgarbûna ji texrîbata ku civaka serdest a zilam di kesayeta wê de çêkirine, kir. Hevrêya me her ku ji van texrîbatan rizgar bû gav bi gav hîs dikir ku ew azad dibe û hewl da têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Hevrêya me ji nêz ve dît ku jin di têkoşîna me de rola pêşengtiyê de cih digire, ji bo parastina vê pêşengiyê bi hezaran hevrêyên me şehîd bûne û bi bedelên mezin hatine afirandin û di şexsê xwe de seknek bêhempa nîşan da. Bi hişmendiya ku encax dikare bi vî rengî bi şehîdan û Rêber Apo re rast bimeşe, tevgeriya.

Hevrêya me di perwerdehiyê de ti zehmetî nekişand û piştî perwerdehiya xwe bi dawî kir tevlî xebatên pratîkî bû. Bi tevlêbûna xwe ya aktîf re li jiyana gerîla xwedî derket û roj bi roj tecrubeyên nû li xwe zêde kir. Bi saya çanda rêxistinî ya ku bi dest xistiye, bi prensîba li cihê ku pêwîstî pê hebe peywir girte ser xwe û bi helwestek şoreşgerî di nav hemû xebatan çi biçûk û çi mezin bûm de cih girt. Li ser vî esasî 4 salan heman xebatê meşand û bû milîtaneke mînak. Hevrê Ronahî bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakarî hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist û timî li ser pêşxistina xebatan rawestiya. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser destkeftiyên gelê me zêde kir û li çar aliyên erdnîgariya Kurdistanê belav kir, hevrê Ronahî jî bi biryar bû ku têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Dizanibû ku yekane rêya bersivdayîna êrîşên dijmin, pêşxistina taktîkên gerîlatiya serdema nû de ye û ji bo xwe di taktîkan û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de kûr bike, pêşniyar kir ku tevlî perwerdehiya leşkerî û bîrdozî bibe. Li ser vê bingehê di asta akademîk de tevlî perwerdehiyê bû û di encama lêhûrbûna kûr de gihişt armanca xwe. Hevrêya me Ronahî ku careke din berê xwe ber da xebatên pratîkê, li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşandin. Di her xebata ku di nav de cih girtiye de serkeftina mutleq armanc dikir, ti carî têkçûn qebûl nedikir û ji bo vê jî bênavber xebitî. Hevrêya me bi hişmendiya ku piştî amadekariyên pêwîst wê şer de bi ser bikeve, ji çêkirina tunelên şer heta xebatên binesaziyê, ji quryetiyê heta ekîbên pisporiyê li cihê ku pêwîstî hebû ew li wir bû.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berfireh kir, hevrê Ronahî ji bo biçe qadên ku berxwedana destanî lê pêk hatin xwe pêşniyar kir û fikirî ku li gorî hevaltiya Apoyî divê li kêleka hevrêyên xwe yên ku bi fedekarî li ber xwe didin be. Bi vê helwesta xwe careke din nîşan da ku ew gerîlayeke YJA Starê ya rast e û ji bo hevrêyê xwe yên ku pê re xebitîn bû çavkaniya hêz û moralê. Di 16’ê Hezîrana 2024’an de di encama êrîşa dijmin de bi hevrê Arîn Tolhildan re şehîd bû. Hevrê Ronahî heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê yên ku ew gihandiye jiyanê, bû. Weke hevrêyên wê em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrê Ronahî ji me re hiştiye, bigihînin serkeftinê.

ARÎN TOLHILDAN

Hevrê Arîn li Wanê di malbateke ji eşîra Zêvkî ya welatparêz a Botanê de hatiye dinê. Ji ber ku di malbata wê de xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê hebû, hevrê Arîn ji biçûkatiya xwe de bi çand û kevneşopiya Kurdîtiyê mezin bû. Hevrêya me bi saya terbiyeya ji malbata xwe girtiye ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin, di tevahiya jiyana xwe de vê helwesta xwe domand. Hevrêya me di ciwaniya xwe de dest bi lêpirsîna jiyanê kir, derbarê koletiya nûjen de bi taybetî di nava jinan de nakokiyan jiya. Hevrê Arîn hem ji nêzîkatiyên kevneşopî û hem jî ji feraseta azadiya derewîn xwe dûr dixist, roj bi roj lêgerînên xwe kûrtir dikir. Di heman demê de ji ber ku ew endama gelên ku rastî qirkirinê dihatin, bi taybetî weke jin bi vê rastiyê bêhtir hîs kir û bawer kir ku divê li hemberî vê yekê têbikoşe. Hem ji koçberkirina malbata xwe ya bi darê zorê ji gundên xwe hatin derxistin û hem zilma li ser wan dihat meşandin û hem jî êrîşên dijmin ên li ser gelê me yên ji çar aliyên Kurdistanê, rastiya dijmin nas kir. Hevrê Arîn difikirî ku weke jineke Kurd divê teqez di nava têkoşînê de cih bigire. Li ser vê bingehê destpêkê perspektîfên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê û azadiya gelê me xwend û ronak bû. Bi vê ronakbûnê re dest bi têkoşînê kir. Hevrêya me di nava refên têkoşînê de cih girt, di wê baweriyê de bû ku bi têgihîştina rastiya Partî û Rêbertiyê re divê têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Fikirî ku bi vî awayî dikare laqiyî Rêber Apo û şehîdên me yên leheng, ked û fedekariyên xwe bibe. Hevrê Arîn ku ji ber tevlîbûna kekê wê hevrê Tolhildan - Vedat Oklu di nava refên gerîla de pir bandor bû, gihişte wê baweriyê ku rêya mezinkirina têkoşînê tevlîbûna nava refên gerîla ye. Hevrêya me li ser vê bingehê lêgerînên xwe zêde kir, bi taybet piştî berxwedana destanî ya li Kobanê pêş ket, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Li ser vê bingehê hevrêya me di sala 2014’an deberê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi navê şehîd Arîn Mîrkan, têkoşera fedayî ya Apoyî ku bû sembola Berxwedana Kobanê, dest bi têkoşîna xwe kir. Bi perwerdeya destpêkê ya ku di nava refên gerîla de dît, bi lez û bez xwe bi jiyana çiya û gerîlatiyê ve bi cih kir û bi tevlîbûna xwe ya bi coş û dildar derket pêş. Hevrêya me gerîlatiyê ne tenê hêza xweparastinê ya gelê me, di heman demê de şêwaza jiyana mirovên azad dihesiband, ji bo xwedîderketina li hemû detayên jiyana gerîlatiyê di nava lêgerîneke domdar de bû. Roj bi roj xwe pêş xist û bû gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê. Bi perwerdeya dît re di rastiya Rêber Apo de kûr bû û ji bo rêgezên azadiya jinê di kesayeta xwe de temsîl bike di nava lêgerînê de bû. Ji sala 2015’an ku dewleta Tirk a qirker êrîşên xwe yên qirker li ser gelê me zêde kir, weke milîtaneke Apoyî û gerîlaya YJA Starê bi hemû hêza xwe tevgeriya. Di wê baweriyê de bû ku bersiva herî watedar a li hemberî êrîşên dijmin mezinkirina berxwedanê ye û bi vê hişmendiyê berê xwe da pêşxistina hunera leşkerî. Bi perwerdeya ku li akademiyên leşkerî dît, bû gerîlayeke pispor a YJA Starê û xwe ji erkên demê re amade kir.

Hevrê Arîn bi coş û kelecaneke mezin beşdarî xebatên pratîkî bû, li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê şer kir. Hevrêya me dixwest hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi tevlîbûna çalakiyan nîşan bide, di vê yekê de israr kir. Li ser vê bingehê bi beşdarbûna çalakiyên bersivdayina êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, rola xwe di xistina derbên giran li dijmin de lîst. Hevrê Arîn di çalakiyên ku tevlî bû de ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê û bi fedekariya xwe derketiye pêş. Bi saya enerjiya xwe ya erênî ya di jiyanê de moral dida hevrêyên bi hev re li dijî dijmin şer dikirin û her carê cesaret da wan ku hînî tiştekî nû bibin. Bi saya pratîka xwe ya serkeftî hemû hevrêyên wê dixwazin bi hev re têbikoşin û bû gerîlayeke PKK-PAJK’ê. Ji bo hîn bêhtir layiqê hevrêyên xwe bibe her tim xwe aliyê îdeolojîk û leşkerî bi pêş xist. Şehadeta hevrê Tolhildan - Vedat Oklu ya di sala 2019’an de bandoreke mezin li ser hevrê Arîn a ku li qada Bestayê bû çêkir. Têgihîşt ku ji bo li ser bingehek rast bersivê bide rastiya şehîdan divê têkoşîna xwe berfireh bike, bi dil û can xwedî li erkên serdemê derket. Her çendî fêm kir ku hevalên wê piştî şehadeta kekê wê hewl didin wê biparêzin, lê timî bi hêrs pêşniyarên xwe yên çûna eniyên şerê dikir. Hevrê Arîn li ser vê bingehê xwe hîn kûrtir kir û di têkoşîna xwe de pêngaveke nû da destpêkirin, bi îdia û biryardariyeke mezin beşdarî xebatên pratîkî bû.

Di pêvajoyeke ku avakirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di rojevê de bû, xwest xwe di aliyê bîrdozî û leşkerî de nû bike û xwe bigihîne pîvanên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk. Li ser vê bingehê yekem car di akademiya bîrdozî de tevlî perwerdeyê bû. Li vir bi lêhûrbûneke kûr di kesayeta xwe e guhertinên girîng çêkir. Hevrêya me xwe di xeta jina azad a PAJK’ê zelal kir û di nirxandineke xwe de got ku dixwaze helwesta endama pêşeng a partiya me PKK’ê şehîd Sara - Sakîne Cansiz li hemberî dijmin nîşan da û hezkirina wê ya bêdawî ya ji bo hevrêyên xwe di kesayeta xwe de bi cih bike. Hevrêya me piştre derbasî akademiya leşkerî bû, di warê hînbûn, têgihiştin û tetbîqkirina taktîkên gerîla yên serdema nû de pêşketineke girîng bi dest xist. Hevrêya me Arîn ji bo derbên herî bi bandor li dijmin bide, bi zanebûna taktîkî û teknîkî bi dest xistiye, ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe pêşniyarên xwe kir. Hevrêya me ji bo tola şehîdan hilîne û xwe nêzî Rêber Apo bike xwest biçe Bakurê Kurdistanê, di vê pêşniyarê de israr kir.

Hevrê Arîn ku her tim daxwaza wê ya têkoşînê mezin bû û milîtaneke jin a Apoyî ku xwe bi serkeftinê kilît kiriye; Ew coş, kelecan û enerjiya wê ya jiyanê, bû milîtaneke ku hevrêyên wê jiyaneke bi hev re pê re bijîn. Hevrêya me bi kesayeta xwe ya dilnizim û têgihîştî di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Di 16’ê Hezîrana 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Arîn ku bi têkoşîna xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak, şehadeta wê bibe sedema mezinkirina têkoşînê. Li ser vê bingehê em careke din soza xwe ya serkeftinê di şexsê hevrê Arîn de didin şehîdan.”