Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin

Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin. Her yek jê, li ser dozeke diyar e ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de nirxandiye. Her wiha gelek berhemên din jî yên ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatine çapkirin.

Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin
22 tîrmeh 2024   05:06
HESEKÊ

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev 4 sal e analîz, nirxandin û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan kom dike. Piştî vê xebatê 9 berhem bi zimanên kurdî û Erebî çap kirin. Di nav de broşûr û pirtûk hene. 

Akademî di 2020`an de li herêmê hate avakirin. Endamên wê nivîskar, rewşenbîr û lêkolîner in.

9 berhemên ku hatine çapkirin ev in: Jiyana Rêber Abdullah Ocalan, Azadî dê bi ser bikeve, Koronolojiya PKK (Zanista nirxandina bûyerên dîrokî û diyarkirina dema çêbûne wê li gorî rêzê), Doza Ereb û Cihû, Parastina Rewa, Hawîrdor, Pergala Îmraliyê, Rênîşana Xwendinê û Parastina Jin.

Mijarên ku di pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de hatine nirxandin, navaroka gelek berhemên akademiyê ne.

Ji berhemên çapkirî, wergerandina pirtûka "Azadî dê bi ser bikeve" ku ji bo zimanê inglîzî, erebî û kurdî hatiye wergerandin. Pirtûk bi xwe ya nivîskar Sean Michael Welson e.

Li gorî endamên rêveberiya akademiyê, kar û xebatên wan ji bo destxistina berhemên din ên Rêber Abdullah Ocalan û der barê wî de berdewam in.

(şx)

ANHA