15 zarok û 7 jinên DAIŞ’ê radestî Qirgizîstanê hatin kirin

Şandeyek ji Komara Qirgizîstanê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir. Di dawiya hevdîtinê de 15 zarok û 7 jinên DAIŞ’î radestê şandeyê hatin kirin.

15 zarok û 7 jinên DAIŞ’ê radestî Qirgizîstanê hatin kirin
21 tîrmeh 2024   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku malpera Darîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşandiye, şandeyek bi serokatiya nûnerê Wezareta Karên Derve Bakit Kadyrov roja 18’ê Tîrmehê serdana daîreyê kiribû.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku şandeya komara Qirgizîstanê ji aliyê hevserokê Darîeya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, cîgira hevserokatiya daîreyê Gulîstan Elî û endamê Desteya Rêveber a Darîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku her du aliyan rewşa Sûriyeyê û geşedanên siyasî şîrove kirin. Hate destnîşankirin ku Fener El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser bazarên xizmeta gelê Sûriyeyê red dike û gotiye eger artêşa Tirk ji xaka Sûriyeyê venekişe ew li dijî normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê ne.

Li gorî nûçeya malpera daîreyê, El Giêt bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gelên herêmê, her wiha bandora van êrişan li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û ewlehiya herêmê.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku nûnerê Wezareta Karên Derve ya Qirgizistanê Bakit Kadyrov, spasiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kir û got, Qirgizistan berdêlên mezin ên ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dane, nas kirine.

Hate ragihandin ku di dawiya serdanê de Rêveberiya Xweser 15 zarok û 7 jinên DAIŞ’î radestî komara Qirgizistanê kirin û belgeya radestkirin û wergirtinê hat îmezkirin.

(bb)