Asayişa Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê asteng kir

Asayişa Silêmaniyê nehişt daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo ragihandina “Eniya Yekitiyê ya li Dijî Dagirkeriyê” bê lidarxistin û her wiha dest danî ser kel û pelên teknîkî yên nûçegihanê Rojnewsˊê.

Asayişa Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê asteng kir
22 tîrmeh 2024   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû “Eniya Yekîtiyê ya li Dijî Dagirkeriyê” îro bi civîneke çapemeniyê ya avakirina xwe ragihîne. Lê belê ji aliyê hêzên asayîşa Silêmaniyê ve hat astengkirin. Her wiha Asayîşa Silêmaniyê dest danî ser kel û pelên teknîkî yên ajansa Rojnewsˊê.

Asayîşa Silêmaniyê kêliyek beriya niha daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk asteng kir. Her wiha dest danîn ser kel û pelên teknîkî yên ajansa me Rojnews’ê.

Civîna çapemeniyê ya ji bo avakirina eniyeke li dijî êrişên dewleta Tirk a bi navê “Eniya Yekîtiyê ya li Dijî Dagirkeriyê” biryar bû li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê bihate lidarxistin. Lê Asayişa Silêmaniyê nehişt ev daxuyanî were dayîn.

Piştre beşdarên eniyê ji bo lidarxistina kongreyê derbasî Berdekî Sera bûn. Lê hêzên asayîşê careke din pêşiya civîna çapemeniyê girtin. Her wiha di navbera hêzên ewlehiyê û beşdaran de alozî derket û 2 endamên eniyê birîndar bûn.

Nûçegihanê ajansa Rojnewsˊê ji bo şopandina daxuyaniyê li wir bû. Hêzên asayîşê dest danîne ser kel û pelên ajansê û heta niha radestî ajansê nekirine.