QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya

Ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û karînên leşkerî yên hêzan, QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya.

QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya
22 tîrmeh 2024   22:55
MINBIC

Civîn li Stadyûma 4'ê Nîsanê li dar ket. Di civînê de endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hêzên Cebhet El Ekrad, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê û desteyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclisên sivîl, rûspiyên eşîran û malbatên şehîdên kantona Minbicê beşdar bûn.

Di civînê de yek ji fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya kantona Firatê Sariya Efrîn got: "Ji bo em jiyaneke biewle ji civak û xelkê xwe re pêşkêş bikin me gelek şehîd dan. Em dikarin metoda neteweya demokratîk xurt bikin û parastina vê yekê bikin."

Sariya wiha domand: "Em wek şervanên vî gelî, em ê li hember her êrişeke li dijî herêmên me bi sekinin û li hember destê dirêjî nirxên me bê kirin bisekinin. Me ev yek ji Rêber Apo wergirtiye. Em çekên xwe li eniyan hildigirin û fedakariyan pêşkêş dikin. Ji ber ku em şopdarên rêça Rêber Apo ne."

Têkildarî civînê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehreman axivî û got: "Armanc ji vê civînê ew e ku em ji gelê xwe re rewşa siyasî, rewşa Rêber Apo, tecrîda li dijî wî, zextên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêbertiya me ferz dikin, rewşa êrişên dagirkeriya Tirk li eniyên şer û armancên dagirkirinê şîrove bikin."

(mh/fr)

ANHA