Rojnameyeyeke Lubnanê îdiayên hevdîtineke nêz a Esed û Erdogan derewandin

Çapemeniya dewleta Tirk a dagirker îdia kiribû ku di meha bê de Erdogan û Beşar Esed li Moskovê dê bicivin. Ji bo van îdiayan 2 çavkaniyên sûriyeyî ew îdia derewandin.

Rojnameyeyeke Lubnanê îdiayên hevdîtineke nêz a Esed û Erdogan derewandin
22 tîrmeh 2024   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya dewleta Tirk a dagirker îdia kiribû ku Erdogan û Beşar Esed dê di meha bê de li Moskovê bi hev re bicivin. Li hember vê îdiayê 2 çavkaniyên sûriyeyî ji rojnameya El Nehar El Arebî ya Lubnanê re axivîn û îdiayên çapemeniya Tirkiyeyê derewandin.

Her du çavkanî ku rêveçûna hewldanên navbeynkariya vegerandina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de dişopînin got heta vê saetê tu pêşketineke cidî çênebûye.

Îro rojnameyeke bi ser dewleta Tirk a dagirker ve ragihandibû ku têkildarî hevdîtina Beşar Esed û Erdogan lihevkirin hatiye kirin. Rojnameyê anî ziman ku ew her du di 6ˊê Tebaxê de bi beşdariya serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li gel îhtîmala vexwendina serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê li Moksovê dicivin.

(mh/fr)