ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2024
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2024](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_669ebc57e8502.jpg)
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, derbarê mijarên ewlekarî, dîplomasî, destkeftiyên şoreşê, xeteriyên heyî, îhtîmala diyalogan, pêşketinên muhtemel ên di sala 13’an a Şoreşa 19’yê Tîrmehê de nirxandinên girîng kirin û peyam dan aliyên pêwendîdar.
Li Kantona Firatê ji bo 3 hezar mamosteyan bernameya xwendin û nîqaşkirina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan hat amadekirin.
Şêniyên Dirbêsiyê bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê dakevin qadan.
Kargehên biçûk derfetên kar ji jinan re peyda dikin û ji bo jinan bêyî ku hewcedarî kesekî bin çavkaniya debarê ye. Ji wan kargehan kargeha Ula ya dirûtina cilên jinan e.
Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo şîrovekirina rêzikname û encamnameyên civîna yekemîn a Meclisa Giştî li Parka Xwendinê ya Hesekê civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xelkê Hesekê, Til Temir, Şedadê, Til Birak, Hol, kampên Serêkaniyê û Waşûkanî ji bo daxwaza bidawîkirina tecrîdê meşekê li dar dixe, meş ji pêş Çerxerêya Hemame ya Til Hecer ve dest pê dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)